Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan işaret bi metirsiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bang gelê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku li ber tecrîdê rabin.
Fûad Bêrîtan diyar kir ku rejîma faşîst a Erdogan hemû hêza xwe ji bo qirrkirina Kurdan seferber kiriye û got, bêdengiya Ewrûpayê li pêşberî tecrîdkirina Rêber Apo metirsiyê ji her demê bêhtir zêde dike.
Gelê me wê bêdeng nemîne
Bêrîtan anî ziman ku her cûre nêzîkatiya li dijî Ocalan tê wateya êrîşa raste rast a li ser gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên herêmê û ev hişyarî da:”Lewma em dibêjin, her cûre metirsiyek li ser Rêber Apo çêbibe, berpirsyarî dikeve ser milê şexsê Erdogan, rayedarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT). Divê her kes zanibe ku dewamkirina van polîtîkayên li dijî Rêber Apo, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn li Erdogan û hevalbendên wî bike dojeh. Gelê me û tevgera azadiyê ya gelê Kurd wê bi kêliyekê jî li dijî van kiryarên li hemberî mirovahiyê bêdeng nemînin.”
Bûye sembola xerabiyê
Hevserokê KODAR’ê ragihand rejîma Erdogan bûye sembola xerabiyê û got: “Ev kiryarên dewleta Tirk hiştiye ku bibe dewleteke bê îtîbar li herêmê. Kiryarên dîktatoriya Erdogan wê rojekê mîna tsûnamiyeke civakî bi ser Erdogan û dewleta Tirk de bê.”
Fûad Bêrîtan ji ber metirsiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin rabin, rewşa Ocalan bişopînin û li dijî van kiryaran bêdeng nemînin.
QENDÎL