1'ê Mijdarê li tevahiya cîhanê çalakiyên piştgiriya Kobanê têne lidarxistin. Derbarê rojê li Kurdistanê û Ewrûpayê banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna çalakiyan kirin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li gelê xwe dikin, ku bi mirovên li her devera cîhanê re, ji bo Kobanê di 1'ê Mijdarê de dakevin qadan."

Bangên 1´ê Mijdarê

Di metna hevpar a daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji Arjantînê heta Hîndîstanê, ji Ekvadorê heta Îtalyayê ji gelek welatên cîhanê, li gel Noam Chomsky û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Cîhanê Adolfo Perez Esquivel rewşenbîran 'Ji bo Mirovahiyê, ji bo Kobanê' banga çalakiyên global ên 1'ê Mijdarê kirin. Berxwedana gelê Kobanê ya li dijî erîşên çeteyên DAIŞ'ê wê bi vê çalakiyê re ji aliyê tevahiya cîhanê ve bê silavkirin. Em weke partî û saziyên li jêr navê wan hatiye nivîsandin tevlî vê bangê dibin û bang li gelên xwe yên ji destpêkê ve destek dane Kobanê dikin ku di 1'ê Mijdarê de careke din biherikin kolanan û çalakiya global xurt bikin."

DOKH bang kir

Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û PEACE CAMPING’ê banga “Li dijî DAIŞ’ê ji bo Kobanê û Mirovahiyê Seferberî” kir. Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo piştgiriya berxwedana YPG û YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, banga tevlîbûna çalakiyên 1´ê Mijdarê kir. Tevgera jinan derbarê mijarê de daxuyaniyek da û hate gotin ku ji bo li Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve bi piştgirîdayîna berxwedana Kobanê ya gelê kurd ve pêkan e. Tevgerê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bûye sembola hemû jinên Rojhilata Navîn û cihanê. Di daxuyaniyê de banga tevlibûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê hate kirin û hate xwestin ku berxwedana jinê ya dîrokê bê esasgirtin û xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin.


Saziyên civakî destek dikin
Ji bo piştgiriya hêzên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê li dijî çeteyên ADIŞ’ê şer dikin Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Însiyatîfa Peace Campingê ya “Li dijî DAIŞ’ê jibo Kobanê û mirovahiyê seferberiya kurewî” 1’ê Mijdarê ku weke “Roja Kobanê ya Cihanê” îlan kir. Di banga ku 130 şexsiyetên navdar û sasiyan de li hemû cihanê 1’ê Mijdarê ji bo Kobanê meşên piştgiriyê dê bên lidarxistin. Ji bo meş û çalakiyên ku li hemû cihanê bên lidarxistin amadekarî didomin, li Tirkiyeyê jî DÎAYDER, YAKAYDER ê ji bo tevlibûna çalakiyan bangawazî hate kirin. Endamê DÎAYDER’ê Mele Seyîthan Tan û rêvebera YAKAYDER’ê Şekernaz Çakarê jî ji bo 1’ê Mijdarê bangawazî kirin û diyar kir ku li dijî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê divê hemû mirovahî bihistiyar be û tevlî van çalakiya bibe.

Divê ciwan li pêş bin

Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz YDG-H û Jinên Ciwan ên Welatparêz YDG-K jî ji bo çalakiyên di 1’ê Mijdarê de li tevayî cîhanê  ji bo Kobaniyan pêk tê bang kirin. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên bindest rê nîşan dide û hat gotin ku em di pêvajoyeke wisa dijîn ku êdî tu kes nikare bêje me eleqedar nake. Bang li hemû ciwanên welatparêz  hat kirin ku dakevin kolanan û serhildanan bilind bikin.

FKÊ bang li Êzîdiyan kir

Federasyona Komeleyên Êzîdiyan li Elmanyayê FKÊ jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Hevserokê FKÊ´ê Alî Atalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Kurdên Êzîdî kir ku beşdarî çalakiyên 1'ê Mijdarê yên ji bo Kobanê bibin. Di daxuyaniya FKÊ de hat gotin, "Kobanê û Şengal, ji bo yekîtiya neteweyî, berxwedan û avakirina pêşeroja azad veguherîne nîşaneyê. Çeteyên DAIŞ'ê ji ber dawiya wan nêz bûye giranî daniye ser êrîşên xwe yên li hemberî Kobanê û Şengalê. Heta ku ev çete ji ser xaka Kurdistanê neyê avêtin û qewirandin, hişyarî û hestyariya me wê ti carî kêm nebe.”


NAVENDA NÛÇEYAN