Wek encama tekoşîna çil salî êdî hestên me yên netewî gav bi gav dikemile. Rojên me yên taybet û netewî jî xwe diguhezîne kevneşopiyên dîrokî. Ji van rojên pîroz yek jî roja zimanê kurdî ye. Kurdên zimanê xwe ji bîr kiribin jî, di vê rojê wî bi bîr tînin.
Têgîna Ziman di kurdî de biwêjeke gelek xwerû û bi nirx e. Berê her tiştî wek organê ji goştê ku mirov ji bo li jiyanê meyînê bi alîkariya wî xwarinê dixwe. Di heman demê de mirov bi tevgera wî ya di nava dev de, ji jêderkan dengan derdixe. Ji ber vê egerê jî vê têgînê navê xwe daye ser axaftin û awaza me kurdan jî. Dema mirov di vê çarçoveyê de vê têgîna pîroz dinirxîne. Tê digihîje ku ji bingehê jiyana mirovan yê herî girîng ziman e.
Di devên ajalan de jî ev zimanê ji goşt û rişan heye. Lê li ba ajalan erkê bingehîn ku pê bikane bayê di dev de biguhezîne dengên cûda bi pêş neketiye. Di vê xala bikaranîna ziman de mirov û ajal bi bingehîn ji hev diqetin. Jiwê jî ziman mirovbûn bixwe ye. Bê ziman mirovbûn nabe. Zimanê mirovan ji mirovan standin, kuştina mirov e.
Dîroka pêkhatina ziman û pêkhatina gelan bi hev re dest pê dike. Ango ziman di pêvajoya hezaran salan de pêk tê. Ziman kedeke bi hezaran salan e. Ziman di nava vê temenê dirêj de xwe digîhîjîne sîstam û rêbazên xwerû. Dibe xwedanê şêweyeke aheng û hişmendiyeke taybet. Ev rengê ziman, zimanan ji hev diqetîne.
Ziman, giyana derûnî ya netewan e. Lewre li ser bingehê azmûn, sinc, têgihîştin, bawerî, fesefe û hişmendiya civakekê şeklê xwe digire. Jiwê jî, ziman bingehê fikr û bîra gel û neteweyan bixwe ye. Di vê rastiyê de jî xuya dike ku her ziman xwediyê azmûn û sinceke taybetî ye. Wekî mînak tirk dikanin ji jina xwe re „keça min“ bibêjin, lê kurd tiştekî wiha napejirîne, lewre sincê zimanê kurdî vê rê nade. Ev rengê ziman, xwe di warê hezkirin, nefretkirin û têgihîştina diyardeyan de jî derdixe pêş.
Her ziman bi serê xwe têgihîştin û nirxandineke cihanî ye. Her ziman di nava mantiq û têgihiştina hişmendiya gelê ku ew ziman afirandiye de li rastiyan dinêre. Wek mînak: Mijara namûsê di nava her gelî de xwedanê cuda cuda têgihîştinê ye. Mînakeke ji pratîkê: Mirov bi kurdî dikane bibêje: „Wer saxlem e, wekî pîvaz/ sîr e. Lê mirov bi tirkî nikane tiştekî wiha bibêje. Tirk dikanin ji hev re, ji birayên xwe re; „Ola oglum (kurê min)“ bibêjin, lê mantiqê zimanê kurdî vê napejirîne.
Ziman pêşveçûna civakan ya di warî civakî, çandî, felsefî aborî û zanyarî de jî li ber çavan radixîne. Wekî mînak: Di warê felsefê de almanî, bazirganiyê de îngîlîzi, romantîzmê de firansî, olî de erebî, stranan de kurdî gelek pêşketine. Ew di van waran de pêşketina civakên van welatan nîşan didin.
Eger zimanê gelekî nebe, navê wî gelî, navekê bi navê welatê wî gelî jî nabe. Wek mînak îro tenê li Anatolyayê bi dehan gel hatine asîmîlekirin, bi têrkçûna zimanê wan re ew jî têkçûne. Ji van gelen pamfîlî, lûvî, karaya, hetîtî û hwd. Eger zimanê kurdî neba, dê bi navê kurdan neteweyekî jî neba, dema ziman neba, dê navê Kurdistan jî neba. Ango heyiya kurd û Kurdistanê bi heyiya zimanê kurdî ve girêdayî ye.
Ji ber van rastiyan jî, dagirkeran herî zêde êrişê zimanê kurdî kirine û dikin, tu car naxwazin ku zimanê kurdî bi taybetî di warê perwerde, fermiyet û bazirganiyê de were bikaranîn, bi form û awayekê bi ser bikeve.
Diyardeyeke wiha girîng, diyardeyeke bingehê hebûn û mirovbûna me ye, divê bi her awayî were parastin, divê endamên civaka vê diyardê bikartînin, bi mirinî xwedî li vê diyardeya pîroz derkeve. Jiwê divê em ne rojekê her roj wek cejnekê li zimanê xwe xwedî derkevin. Wê wek ronahiya çavên xwe biparêzin.
Ji bo diyardeya ziman ku bingehê heyî û jiyana me ye, rojekê ji rojan wek roja ziman hatiye hilbijartin. Di salê de rojekê nebes jî be, dîsa serfiraziyekê ye. Lema divê em bi her awayî, bi her çalakiyê li zimanê xwe xwedî derkevin. Em wê têkin zimanê jiyan û hebûna xwe, divê em bikanin ji niha ve bi kêmasî zimanê xwe di mal, komalgeh û di nava civaka xwe de bikarbînin.
Bi hêviya ku zimanê me di her warî de biserkeve, ez roja zimanê kurdî li hemû kurdan pîroz dikim. Divê em li deverên derfetên perwerdeya bi kurdî heye, zarokên xwe bişînin dersa kûrdî.
Mixabin ku gelek kurd ji bo dersên dînî zarokên xwe dişînin mizgefta tirkan. Lê camiyên kurdan hene, meleyên kurdan hene. Yên bi dilsadiqî nêzîkê dîn dibin, gelê kurd û melayên kurd in. Divê kurdên misliman zarokên xwe tenê bişînin ba meleyên kurd û di mizgefta kurdan de fêrî xwendina Quranê bikin. Wek mînak hin kurd diçin di mizgefta kurdan de nimêj dikin, lê zarokên xwe dişînin migefta tirkan. Divê kurd êdî xwe ji vê hestê bi tirkayetî ve girêdayînê rizgar bike.
Bi van hêviyan ez careke din cejna zimanê kurdî li hemû kurdên xwedî li rastiya xwe derdikevin pîroz dikim.
Roja zimanê pîroz pîroz be!