Jinên bajarokê Helşo ku şalan çêdikin, diyar dikin ku li karê çêkirina şalan gelek dem diçe û ev kar têra xwe jî zehmet e. Jin didin zanîn ku ji bo her şalekî, mehek dem pêwîst e. Ew wekî din dibêjin, wana hewl da xelkê derdorê û zarokên xwe fêrî karê çêkirina şal bikin, lê ji ber qeyrana aborî derfet nedîtine.

Jinên bajarokê Helşo ser bi navçeya Qeladiz a ser bi îdareya Raperînê, karê çêkirina şalan dikin. Jin şal ji mûyê bizinan, yanî kejê çêdikin.

Jina bi navê Zeynep Mustefa ev zêdetirî 15 salan e ku karê çêkirina şalan dike. Di despêkê de ji bo mû werin amadekirin, putê bizinan qenc dişon û şeh dikin. Cûrê van bizinan ji bizinên asayî cihê ye û ji wan re dibêjin, bizinên çûr. Piştî ku mûyên bizinan dişon û li şeh dikin, vê carê jin van mûyan li teşiyê dikin. Û ji mûyên bizinan tayên xwe çêdikir. Piştî ku ji mûyan ta hat çêkirin, vê carê jî dest bi çêkirina şalên Kurdî dikin.

Jin hem kebanî û hem şalker in

Zeyneb dibêje; “Di rastiyê de ev kar gelekî zehmet û westaneke zêde jê re pêwîst e. Heta ku şalek tê amadekirin, wextekî zêde lê diçe û zor e jî. Jin hem karê malê dikin û hem jî karê çêkirina şal. Alîkariya jinên gundan jî gelek baş e û em alîkariya hev dikin.”

Jinek din a bi navê Fatme Abdullah jî wiha behsa çêkirina şal dike: “Ji bo amadekirina şal, demeke zêde lazim e, heger ku em dewam bikin, nêzî mehekê wext lazim e, û tenê wiha amade dibe. 3 rengên şal tên çêkirin, şîn, zer, û reş. Em li gorî bikirên xwe kar dikin. Herkes azad e rengê şalê xwe hilbijêre û hem zilam û hem jin bi vî karê dizanin.”

Fatma di dawiyê de dibêje; “Me hewl da, em xelkê derdorê û zarokên xwe fêrî karê çêkirin şal bikin. Lê ji ber qeyrana aborî, daxwaza fêrbûna karê çêkirina şal kêm e.”

 

 ROJNEWS / RAPERÎN