Serketina şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê, ji bo Kurdistaniyan li seranserê dinyayê cihê serfiraziyê ye û ew vê şanaziya xwe bi şahiyên li meydanên cemawerî nîşan didin. Li bajarê Elmanyayê Freiburgê jî Kurdan û dostên wan ev roja ji bo wan mibarek bi govenda li ber dahol û zirnê pîroz kir.
xelkê alên YPG/YPJ´ê û posterên Ocalan bi xwe re birin meydana pîrozbahiyê ; û ew jî Meydana Alte Synagoge bû.
Li dû rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên Şoreşa Rojava, nûnerê PYD’ê yê Freiburgê Mewal Mihemed axivî û got, paqijkirina Rojava ji çeteyên hov ên DAIŞ‘ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiyê hemûyî destketiyek e.
Di pîrozbahiyê de govend hate gerandin û serketina şervanên QSD’ê bi şanazî û şahiyê hate pîrozkirin.
ANF / FREIBURG