Li Welatê Baskê, li parçeyê welêt ê li Spanyayê, li bajarê Bilbaoyê, Yekemîn Felstîvala Filmên Kurd pêr (duşemê) dest pê kir. Di festîvalê de ku ji aliyê platfoma Newrozê ya dostanîya Kurdistan-Baskê tê destekkirin, filma Sara hat nîşandan. Di çarçoveya Festîvalê belgefilma Sara wê sê rojan li ser hev bête nişandan. Filma Sara ku behsa jîyana jina têkoşer Sakine Cansiz dike, roja duşemê gelek bal kişand ser xwe. Duşema bê jî Radio Kobanê tê nişandan û dûşema dawî jî wê belgefilma ku grupên ji filmsaz û dokomentaristên Baskê li Rojava kişandine, tê nişandan.
Hejmareke mezin ji dost û xelkê Welatê Baskê tevlî şeva yekemîn a nîşandana filmê bûn. Platfoma-Newroz kêfxweşiya xwe îfade kir ji beşdarî û elaqeya zêde ya xelkê Welatê Baskê û got, têkoşîna Sara çavkanîya îlhamê ye ji bo gelê Baskê, belgekefilmeke watadar e û bi rengekî gelekî balkêş têkoşîn, berxwedan û bi xwe bawerîya jina Kurd tîne ziman.
Du deşemên li pêşiya me jî nîşandana belgefilmên Kurdistanê dewam bike.
BILBAO