Pêr Hevşaredarên Bajarê Dersimê û Sêrtê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Îro jî polîsan bi ser Şaredariya Wanê de girtin û Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya binçav kirin. Wezîrê Karên Hundir piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya hat binçavkirin, Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate kirin. Wezareta Karên Hundir bi heman biryarê piştî Hevşaredarê Sêrtê jî binçav kirin û girtin li Şûna Bakirhan Cîgirê Waliyê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin tayînî Şaredariya Sêrtê kirin.
Li Mêdînê jî qeyûm tayîn kirin
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate kirin de hate gotin ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Sêrtê qeyûm hatile tayînkirin. Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: “Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mustafa Yaman wekî wekîlê şaredariyê hatiye tayînkirin. Piştî li Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin xebatkar û karkerên şaredariyê li ber şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Polîsan li Wanê bi ava şid mudaxaleyî çalakiyê kir û alozî derket.
Me serî netewand,emê netewînin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, da xuyakirin ku bi van rêbazan nikarin bi wan. Turk destnîşan kir ku di 12’ê Îlonê û salên 1990’î de jî êrîş û pêkanînên faşîzan ên bi heman rengî hatin kirin û got, “Wê bi ser nekevin. Ew nikarin bi me. Çawa ku me wê çaxê serî netewand, em ê îro jî netewînin. Bi van êrîşên şoqê û zextan dixwazin gel biqutifînin. Lê gelê Kurd gelekî rêxistinbûyî ye ku wê bersivê bide êrîşên bi vî rengî û hemû êrîşan pûç bike. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, emê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li ber xwe bidin.”
WAN / MÊRDÎN