Tevî ku komîteya şûnwaran û rêxstinên mafên mirovan gelek dosya û raporên belgekirî ji desteya NY`ê, rêxistina UNESCO´yê û gelek aliyên din re şandin, lê rûxandina şûnwarên Efrînê, diziya li wan, talankirina wan û rûxandina wan tê paşguhkirin.
ŞERVÎN MISTEFA / ANHA / ŞEHBA
Komîteya Şûnwaran a Herêma Efrînê rêzebinpêkirinên dagirkerên Efrînê yên li dijî cih û warên kevnar ên li hundirê Efrînê, belge kirin û hewl dide bi rêyên fermî û awayekî fermî wan dosyayan pêşkêşî rêxistina UNESCO bike.
Cih û warên kevn û şûnwarên li kantona Efrînê herî zêde para xwe ji binpêkirinên Tirkiyeta dagirker girt. Armanca êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê hedefgirtina dîroka Kurdan e, ji ber vê yekê jî êrişî şûnwaran jî dike. Li gorî belgeyên berhevkirî, diyar e ku ev kirin û helwêsta dewlata Tirk li Efrînê sîstematîk e û sûcekî şer, di heman demê de sûcekî li diî mirovahiyê ye.
Ji roja yekemîn a êrişên dagirker li dijî kantona Efrînê ve, cihên di warê çandî û dîrokî de stratejîk ên mîna perestgeha Eyn Darê û Nebî Horî bûn armanca dagirkeran. Her du di nav lîsteya rêxistina mîrateya dîrokî ya UNESCO´yê Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne.
Bê westan dan dûv delîlan
Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê, çeteyên wê dest bi rûxandin û dizîna mîrateya mirovahiyê kir û gelek şûnwar jî bi temamî texrîb kirin.
Komîteya Şûnwaran a Herêma Efrînê, hewl da van binpêkirin û êrişên li dijî şûnwaran belge bike û ji rêxistinên parastina şûwaran re bişîne. Ew dixwaze van belge û dosyayan bi awayekî fermî bigihîne UNESCO´yê jî.
Hevserokê komîteyê, Hemîd Nasir got, “Komîte rojekê ranewestiya da ku bide dûv îsbatên binpêkirin û sûcên li dijî şûnwarên Efrînê, û ew ê di rojên li pêşiya me de hemû binpêkirinan li gorî derfetên xwe tevî qedexeya dagirkeriya Tirkiyeyê ku hemû alî destwerdanê nekin û rûdanên di hundirê Efrînê de dernexin, belge bike.”
Nasir teqez kir ku wan hejmareke mezin ji cih, girên şûnwaran bi dîmen, foto û raporan belge kiriye û her weha sûcên hatine kirin jî.
35 gir hatin belgekirin
Li Efrînê 92 girên (kaş) şûnwar li hemû gund û navçeyên kantonê hene, û ev hemû hatin rûxandin. Komîteyê rûxandina 35 girên şûnwar belge kir.
Di nav girên ku komîteyê di demên dawî de bi dîmen û foto belge kirî de evên li jêr hene: Tepê Ziravikê -li wir buldozer aliyekî mezin ji vî girî dirûxîne-, Til Ibêdan, Ereb Şêxo, Dîr Siwam, Qerbê, Cindirêsê, Til Eyn Darê -beriya niha balafirên Tirkiyê ew bombebaran kiribû-, Til Istêr, Eyn Hecir, Kefe Rom, Kemrok.
Dijminên baweriyan in
Di nav cihên şûnwar de ku hatine talankirin û texrîbkirin jî, dêra Marmeron li gundê Birad ku sala 2011`an kete lîsteya parastina şûnwaran heye.
Dêra Marmeron yek ji dêrên girîng e, di navbera salên 399-402 de hatiye avakirin û ya herî kevn e.
Li gorî ku komîteyê belge kiriye, çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê, dêrê dirûxînin û xerab dikin.
Di nav parçe û cihên şûnwar li Efrînê de tabloyên mozaîk jî heye. Komîteyê xerabkirina tabloyan û dizîna wan jî belge kir. Nexasim li Xerab Reza li gundê Termşa, gundê Elibîsê li navçeya Raco û rûxandina qadên Nebî Horî ya kevn di nava van sûcan de ne.
Her wiha hemû goristanên olî û nexasim ên civakên Êzîdî û Elewî hatin rûxandin û xerabkirin. Di nav van de “goristana Henan, Kelê Pîrê, Şêx Hemîd li gundê Qestel û goristana gundê Îska li navçeya Cindirêsê” jî hene.
Mesele Kurdistan be UNESCO kor e
Tevî ku komîteya şûnwaran û rêxstinên mafên mirovan gelek dosya û raporên belgekirî ji desteya NY`ê, rêxistina UNESCO´yê û gelek aliyên din re şandin, lê rûxandina şûnwarên Efrînê, diziya li wan, talankirina wan û rûxandina wan tê paşguhkirin.
Gerînendeyê giştî yê şûnwar û muzexaneyan li Sûriyê, Mehmûd Hemûd ji dezgehên çapemeniyê re diyar kiribû ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyeyê 16 hezar parçeyên dîrokî yên bi qîmet ji Sûriyê dizîne û herî dawî ev diziya xwe ji bajarê Efrînê kir û tiştên diziyê jî muzexaneyên li Tirkiyeyê bi cih kirin.