Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anî û destnîşan kir ku şehadeta Hevrîn ji bo wan fermana berxwedanê ye.

Fermandariyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: Em di şexsê hevrêya doza azadiyê, hevrê Hevrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza me daye şehîdên xwe careke din bi biryardariyeke mezin nû dikin. Ji gelê Bakur-Rojhilatî Sûrî, tevahî mirovahiyê û malbata hevrê Hevrîn re sersaxî dixwezin.

Me di 8 salên derbas bûyî de, di şerê parastina rûmeta mirovahiyê de, bi hezaran şehîd dan. Ji bo em welatê xwe, nirx û hebûna gelê xwe biparêzin me ewqas şehîd dan. Hevrê û pêşenga me Hevrin, îro li hemberî pîlangeriya qirkirinê bû şehîda berxwedana parastina welatê xwe.

Em ji bo tola hevserok, hevrê û peşenga gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê heval Hevrîn rakin çi ji destê me were em ê heya dawî bikin.

Em weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, biryardariya xwe ya tekoşînê tînin ziman. Û em dibêjin, wê bersiva me ji şehadeta hevserok û pêşenga gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevrê Hevrîn re bibe mezinkirina berxwedan, tekoşîn û bi destxistina serkeftinê.”

 QAMIŞLO