Ji sala 2013’an ve di serî de gelê Kurd û hemû gelên li herêma Şehba di bin gefên çete û rejîma dagirker a Baasê de dinalin û êşek mezin dikişînê. Gunehê wan tenê yek ji mozaîka gelên li Sûriyê ne û li ser sînorê dewleta dagirker ya Tirkiyê dijîn.
Ev herêm bi axa xwe ya çandiniyê dewlemend e û gelên wê jî bi qasî axê pîroz û berhemdar in. Bi piranî Kurd, Tat, Çerkez, Turkmen û Ereb lê ne. Bi sedan salan jiyana xwe di nava biratî û jiyana hevbeş de derbas kirine. Bi destpêka bihara gelan û şoreşa Sûriyê re, li wir di pêşengiya gelê Kurd li ser hîmê xwecihî xwe bi rêxistin kirin û li wir bi rêya Cebhet el Ekrad, parastina xwe kirin. Ciwanên wê herêmê jî bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî vê rêxistina parastinê bûn û bergiriya xwe kirin.
Lê di havîna 2013’an de komên çete bi awayekî hovane êriş birin ser Tileran û Tilhasil û li wir di encama şerekî mezin de ya ku bi desteka komên qaşo artêşa azad in û dewleta Tirkiyê, Cebhet el Ekrad hêza wê têrê nekir piştî berxwedaneke mezin û şehîdên giranbuha dan, ew herêm ji milê van komên çete ve hat dagirkirin û li wir komkujiyên mezin pêk hatin. Heta niha birîna Tileran û Tilhasilê xwîn jê tê û nehatiye dermankirin. Tevî ku Cebhet el Ekrad û hin grûbên din ên ji herêmê xwe jinûve bi rêxistin kirin û li wir weke Artêşa Şoreşgeran xwe bi nav kirin û li wan herêman ketin nava hewldanên rizgarkirina herêmê jî, lê ji ber desteka dewleta Tirk a dagirker bi komên çete re, nekarîn hemû herêmê rizgar bikin û gelê me yê wê herêmê bigihînin azadiyê.
Di vê dema dawîn de piştî destwerdana hêzên navneteweyî yên mîna Rûsya û hêzên koalîsyonê, vê hêzê jî dikarî bi qasî 15 gundan ji komên çete rizgar bike û li wir hîn jî ew hewldan dewam dikin.
Wê demê li dijî komkujiyê pêwîst bû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê bibûna yek deng, berovajî vê yekê PDK´ê bi serkêşiya Mehmud Gergerî yê ku bi sîxurtiya rejîma Baasê û qaçaxçîtiya sînor dihat naskirin, şandin Rojava ji bo ku biçin binêrin ka bi rastî li wir komkujî pêkhatiye yan jî PYD li ser siyasetê dikê. Ev di çanda welatparêzî û polîtîkayê de bêexlaqiyeke herî mezin û bêrêzî bû li beramberî şehîdên şoreşa Rojava û bi taybetî li beramberî şehîdên Tileran û Tilhasilê. Ji wê demê ve, ev gel di bin êşeke mezin de ye, li benda rizgarkirinê ye. Ew gel mîna nêçîra di qefesê de kêngî be, gurên hov bi pençên xwe ên kujer wan dikujin û dixwazin wê herêmê ji hêzên demokratîk û welatparêz vala bikin û li wir wan hêzên sîxûrê Tirkiyê bi cih bikin.
Di van rojên dawîn de hêzên Sûriya demokratîk piştgirî da meclîsa leşkerî ya Minbîcê û pêngava rizgarkirina bakurê Reqa û Minbîcê. Êdî hemû awir zivirîn ser wê herêmê. Li wir planên qirêj tên amadekirin, di vê planê de dewleta dagirker a Tirk, hin sêwelekên xwe Kurd hesab dikin û hêzên navneteweyî, bi hev re vê planê dixwazin bi rê ve bibin. Ji milekî ve hêzên koalîsyonê ji dewleta Tirkiyê re soz dane ku wê ji Ezaz heya Cerablusê parastina leşkerî ya hewayî di destê we de be. Em ê nehêlin hêzên Sûriya demokratîk li wê derê bi cih bibin. Ji bo wê qaşo grûbên artêşa azad ên Emerîka wan destek dike, amade dikin û dişînin wê herêmê. Ji milê din ve, ji PDK û Tirkiyê re gotine hûn pêkhateyeke siyasî amade bikin, ji bo wê herêmê bi rê ve bibin. Li ser wê yekê çend sêwelekên Kurd ên xwe weke kesayetên serbixwe bi nav dikin, li Entebê komkirin û bi wan kongre li dar xistin. Di paralêla wê de grûbên leşkerî ên weke Tabûrên Şoreşgerên Kurd xwe li wir îlan kirin. Ji milê din ve jî ji hêzên koalisyonê re yên ku hevkariya QSD´ê dikin, dibêjê hûn ê Minbicê derbas nekin.
Lê li nêzî QSD´ê bi 10 km li gundên Kurdan komkujî pêk tê. Zilam û ciwanên wan bi zorê dibin dixin şer, jin û zarokên wan jî mîna xenîmet desteser dikin. Bi qasî agahiyên ji herêmê tên bi sedan kKurd revandine, her rojê çendekan serjê dikin û davêjin ser sergoyan. Bi qasî 10 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û bangawaziyê dikin da ku QSD biçe wan rizgar bike. Mixabin tevahiya cîhanê guhê xwe li vî sûcê mirovahiyê û şer ker kiriye, û deng ji kesî nayê. Ev giriyê zarokan, lorîkên dayikan bangên keçên mîna axê pîroz ku ezmanan diçirînin, qet wijdanê kesî naêşînin.
Êdî êşên mirovan jî mîna piyasa bazarê li ser siyaset tê kirin. Dema dixwazin dengekî bibihîsin, hûn zanibin ku bazarek li wir heye. Tevî ku tişta li Şehba tê kirin ji ya Şengalê ne kêmtir e, lê kes dengê xwe nake, jixwe ji bo Şengalê jî kesî dengê xwe nekir, heta YPG neçû û hemû dîmen ranexistin ber çavan. Ji bo ew dîmenên Şehba neyên dîtin, bi mehan e elektrîk û hemû xetên telefonan li ser wan qut kirine. Lê em dizanin ku li wir komkujî pêk tên. Ger cîhan dengê xwe neke, em ê bêdeng nemînin. Em ê gelê xwe di wê zehmetiyê de nehêlin. Ji bo wê pêwîst e gelê me li her derê xwedî li Şehba derkevê û YPG, QSD jî guh bidin bangawaziyên vî gelî. Berovajî dîrok wê me rûreş bike.