Dilşad Cûdî: “Şehîd Dilîşan nûnertiya jina azad di çapemeniya Kurdî de dike û şehîd Hogir Mihemed jî nûnertiya mirovê berxwedêr û azad li ser riya rastiya gel dike û her du li ser vê riyê gihîştin asta şehadetê.”
Bi dehan rojnamevan û malbata Dilîşan Îbiş Hogir Mihemed di yekemîn salvegera şehadeta wan de li Kobanê û Qamişlo ew bi bîr anîn.
Li Kobanê li goristana Şehîd Dicle, dayika şehîd Dilîşan, Şemse Mihemed Elî bixêrhatina mêvanan kir û got, “Dilîşan di nava we de dijî, hûn hemû li şûna keça min in”.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî ji bo sê nûçegihanên xwe yên par şehîd bûyî, daxuyaniyek belav kir.
Li goristanê daxuyanî ji aliyê nûçegîhana ANHA´yê, Jiyan Osman ve hat xwendin.
Em ê li ser riya wan bin
Daxuyaniya ajansa ANHA´yê wiha ye: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê di 9‘ê Îlona 2017’an de pêngava Bagera Cizîrê da destpêkirin. Gelek nûçegihanên ANHA´yê yên weke Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, li rex şervanan pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ‘ê weke paytexta xîlafeta xwe bi nav kiribû, li eniyên şer cih girtin û xwestin bi rola xwe ya rojnamevaniyê rabin û rastiya berxwedanê û rûyê reş ê DAIŞ‘ê û alîkarên wê yên hêzên herêmî û navneteweyî ji raya giştî ya cihanê re eşkere bikin.
Van her sê nûçegihanan, 12’ê Cotmeha 2017’an, rewşa welatiyên sivîl ên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê direviyan, dişopand û tawanên çeteyan belge dikirin. Çeteyên DAIŞ’ê saet 18:30’î, bi maşîneyeke bombebarkirî êriş bir ser welatiyên sivîl ên li ser riya Xirafî ya di navbera Hesekê û Dêra Zorê de kom bûbûn. Di encama êrişê de bi sedan welatiyên sivîl û nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbiş li cihê êrişê şehid bû, nûçegihanên me Hogir Mihemed û Rizgar Denîz jî bi giranî birîndar bûn. Heval Hogir piştî 3 rojan, Heval Rizgar jî 18’ê Kanûnê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî şehîd bûn.
Em ê bi baweriyeke mezin riya rojnamevanên şehîd bi xwîna xwe ya zelal avdayî, bidomînin.”
Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im
Li Qamişlo jî rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di yekemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmeke hatin bibîranîn. Di merasîmê de gelek rojnamevan û nûçegihanên dezgehên çapemeniyê beşdar bûn. Di merasîmê de her wiha hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad, Sîpan Can û Evîn Mîrza beşdar bûn.
Serokê Desteya Edîtoriya Ajansa ANHA’yê, Dilşad Cûdî li wir axivî û got, “şehîd Dilîşan nûnertiya jina azad di çapemeniya Kurdî de dike û şehîd Hogir Mihemed jî nûnertiya mirovê berxwedêr û azad li ser riya rastiya gel dike û her du li ser vê riyê gihîştin asta şehadetê.”
Piştre Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad, Sîpan Can axivî û got, “Divê em lehegiya şehîdên çapemeniyê ji bîr nekin. Em ji gelê xwe re dibêjin, em ti carî kamerayên wan li erdê nahêlin û em ê şopdarên riya wan bimînin.”
Di merasîmê de bavê şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed jî axivî û got, “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Para şehadetê nabe para her kesî û ji bo azadiyê divê em canê xwe feda bikin.”
KOBANÊ/QAMIŞLO