Hunermend Seîd Yûsiv ê ku ji ber nexweşiyê beriya çarşema bihurî li Stenbolê mir, û doh cenazeyê wî birin Rojavayê Kurdistanê. Çav li rê ye ku cenazeyê wî îro bi beşdariya nûnerên sazî û dezgehên Rojava, reşwenbîr û dostên wî li goristana Hilêlîkê ya li Qamişloyê bê veşartin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hemî kar û barên merasîma cenazeyê Seîd Yûsiv girtine ser xwe. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN