Li Parlamentoya Swêdê  ji aliyê Partiya Hawirdor û Partiya Çep ve semînereke ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya li Tirkiye û Îranê digire dest pêk hat. Profesora Zanîngeha Uppsala Carîna Jahanî  astengiyên li Îranê û nivîskar Haydar Dîljen jî pirsgisrêkên li pêşiya zimanê dayikê li Tirkiyeyê nirxand.

Prof Jahanî da zanîn li Îranê ji sedî 50 zimanê gel Farisî ye û lê kêmarên wek Beluç, Azerî, Tirkmen, Kurd û Ereb ligel ziman û çanda wan cuda ye mafê wan ê perwerdeya zimanê dayikê tine ye.

Jahanî got ku 10-15 sal berê li Îranê bi awayekî fermî dihat îdîakirin ku zimanên wek Kurdî, Lorî, Belucîcî zaravayên Farisî ne û înkar dikirin ku ev ziman zimanên cuda ne. Jahanî da zanîn ku rejîma Îranê ligel ku îro qebûl dike ku ev ziman zimanên cuda ne jî  mafê perwerdehiya zimanê dayikê nadin kêmaran.

JJahanî wiha berdewam kir: “Pêşengên Kurd û Belucî ji ber ku mafê perwerdeyê dixwazin, daxwazên neteweyî yên gelan diparêzin û li dijî zextan têdikoşin, ji aliyê rejîmê ve tên darvekirin, rastî cezayê girtîgehê tên.  Piştî Hasan Ruhanî hat ser kar di rewşa kêmaran de başiyek çênebû û ligel vê binpêkirinên mafan zêde bûn.”


Feraseta dewleta Tirk didome

Mamsote û nivîskarê Kurd Haydar Diljen jî bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê li ser jiyan û pêşeroja zarokan bandorek mezin dike û ji jiyana xwe jî mînak da û got: “Komara Tirkiyeyê ji avabûna xwe heta niha ev 92 sal e zimanê gelê Kurd û kêmarên din înkar dike.”

 Diljen wiha berdewam kir: “Tirkiye ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê şerha muxalefetê danî û îmze nekir.” Diljen ev pirsgirêka ku Tirkiye mafê perwerdehiya ziman înkar dike anî parlamentoya Swêdê û xwest bê nîqaşkirin û zext li dewleta Tirk bê kirin.

Diljen got ku gelek siyasetmedarên Kurd ji ber bi zimanê xwe axivîne û mafê zimanê dayikê parastine hatine girtin û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr ji ber qertên bi Kurdî şand ji girtiyan re doz lê hat vekirin.

Kurd dibistanên xwe ava dikin

Dewleta Tirk heta îro di ti belgeyê de gotinên Kurdî û Kurdistan bikar neaniye. Di encama têkoşînê de W,X û Q ên di alfabeya Kurdî de û navên Kurdî yên cihan jî dîsa hatin dayîn. Li dibistanên taybet jî destûra perwerdeya Kurdî hat dayîn, lê ev têr nake.

Yên tên darizandin jî bi şertê ku wê pereyê wergervan bidin dikarin parastina xwe bi Kurdî bikin. Kurdan jî wek bertekên li dijî van pêkanînan dest bi avakirina dibistanên xwe kiriye.  Polîsan bi dehan carî dibistan girtin, lê gelê Kurd xwedî lê derketin. Perwerde niha didome. 


Xwest li Swêd wî qedexe be

Li Swêdê cara yekem di sala 1984’an de perwerdeya Kurdî li Taxa Tensta ya Stockholmê li dibistaneke dayikê hatiye dayîn. Delweta Tirk li dijî vê derket, serî li hikûmeta Swêdê da û xwest bê qedexekirin. Lê sazî û şaredariyên Swêdê li dijî vê derketin.

Di civînê de parlamentera partiya Çep Amîneh Kakabaveh û parlamentera Partiya Keskan Valter Murtt jî diyar kirin ku mafê zimanê dayikê mafê herî sereke yê mirovan e.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM