NEHAR AVCÎ / ANHA/QAMIŞLO

Endama Koodînasyona Kongreya Star a Rojava Hediye Şemo behsa binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi taybet der heqê jinên Efrînê de kir. Hediye got: “Efrîn ji du salan ve dagirkirî ye. Beşek şêniyên Efrînê berê xwe dan Şehbayê lê yên ku li Efrînê mane hîna ji ber zulma dagirkeran azaran dikşînin.”

Hediye bi bîr xist ku bajarê Efrînê yê ewle û pêşketî îro çawa bûye zindaneke tarî û cihê îşkencekirina şênî û destavêtina jinan û got: “Çeteyên dagirker zilm û zorê li jinan dikin. Aqûbeta gelek jinan diyar nîne. Di dezgehên capemeniyê de nûçeyên girêdayî firotina jinên efrînî ji hêla çeteyên dagirker ve têne belavkirin. Herî dawî di çapemeniyê de cih girt, jinên Efrînê li sûkên Ezazê têne firotin.

Em hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de zêdetirî 5 hezar jinên Êzidî ji Şengalê revandin û li sûkan firotin. Aqûbeta gelekan ji wan heta niha ne diyar e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heman senaryoyê li Efrînê der heqê jinan de dubare dikin. Jinên ku li Efrînê tundî li wan têne kirin, ji hêla rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanî ve hatine paşguhkirin. Kesek behsa rewş û azarên wan nake û çaranûsa piraniya wan heta niha ne diyar e.”