Di Belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya KNK´ê pêşniyazkirî de îşaret bi îcbarîbûnba diyaloga di navbera aliyên Kurd de hat kirin û bi îhtîmam, şerê li dijî hêzeke din a Kurd a neteweyî weke sûcê neteweyî hat binavkirin.
Belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya li Civata Giştî ya KNK’ê qebûlkirî dibêje, “Hewcehiyeke heyatî ya doza Kurd û Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Êdî di navbera hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê, karekî zerûrî ye.”
18. Civata Gişî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi nêrîn û pêşniyazên delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyan qediya.
Civata Giştî ya KNK’ê doh qediya. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Lubnan û gelek welatên Ewrûpayê, nûnerên KNK, YNK, Tevgera Goran, tevgerên Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Suryanî, rêxistinên jinan, Elewî, Êzîdî, Zerdeştî, Yarsanî, Hewremanî û Feylî beşdarî civata giştî bûn. Di civînê de li ser yekîtiya gelê Kurd, girîngiya kongreya neteweyî, şerê li Kurdistanê, dagirkeriya li Efrîn û Kerkûkê, êrişên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd û li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrîn hatin îfadekirin û pêşniyaz hatin kirin.
“Di serdema heyî de doza Kurd û Kurdistanê hewcehiyeke heyatî bi yekitiya neteweyî heye. Êdî di navbeyna hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê karekî zerûrî ye. Divê zemînekî ku hemû hêzên neteweyî pêkve girêdide, rojekê ji ya din zûtir bê avakirin. Digel vê yêkê, norm û rêzikên ku pêkve hêzên neteweyî li ser berjewendiyên neteweyî girêdide divê bêne tesbîtkirin û di pratîka polîtîka neteweyî de bêne serdestkirin. Bi vê armancê, em wekî KNK, vê ‘Belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî’ pêşniyaz dikin ku di bîr û rehiya giştî ya neteweyî de bi berfirehî bê axaftin, gotûbêj li ser bên kirin û encameke di xêra neteweya Kurd de bê bidestxistin.”
Dijminên Kurdistanê yek in di dijminatiya Kurdan de
Di begeyê de KNK´ê li ser dewletên dagirker jî got, “Dewletên dagirker li gorî berjewendiyên xwe yên dewletî, li dijî hevdu di nav reqabet û rikeberiyê de ne. Belê, li ser xalekê berjewendiyên wan hev digirin û bi hev re hereket dikin. Ew jî dijayetiya Kurdistanê û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagirker hem yek bi yek polîtîkayên xwe yên dijî neteweya Kurd pêk tînin û bi rê ve dibin, hem jî bi hev re û bi koordîne polîtîkayên xwe yên hevpar ên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê de bi cih tînin.”
Hemû tifaqdarên neteweya Kurd in
Li ser xala ku hemû hêz û dînamîkên Kurd û Kurdistanê bîne cem hev jî KNK´ê ev tesbît kir: “Armanca ku hemûyan digihîne hev; rizgariya Kurdistanê û azadiya neteweya Kurd e. Di vê armancê de cihê hindikahiyên din ên Kurdistanê, (Asûrî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî û Tirk) jî heye. Ew jî tifaqdarên neteweya Kurd in û azadî û rizgariya wan jî bi azadî û rizgariya neteweya Kurd ve girêdayî ye. Lewma li dijî vê sîstema hov a kolonyalîzmê, divê pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferberkirin û organîzekirin. Berjewendiyên wan hemûyan di hilweşandina sîstema kolonyalîst de yek e û divê di nav espriya cephegiriya neteweyî de hev bigirin û hêzên xwe bikin yek.”
Li ser mafê diyarkirina çarenûsê jî KNKlê di belgeyê de got, “Mafê neteweya Kurd e ku biryara ‘tayînkirina çarenivîsa xwe’ bi xwe bide. Ev dikare otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be.”
Paşê jî ji bo helwêsta ji bo stratejiya yekîtiya neteweyî de ev pêşniyaz hatin kirin.Piştî wê jî Civata Giştî qediya. Çav li rê ye ku encamnameya 18´emîn Civata Giştî ya KNK´ê di çend rojan de bê belavkirin. Xalên ji belgeya stratejiya yekîtiya neteweyî derketî pêş li jêr in:
Şerê nav Kurd sûcê neteweyî ye
- Berjewendiyên neteweyî yên demokratîk divê di ser her tiştî re bêne girtin.
- Di têkoşîna li dijî dewletên dagirker û kolonyalîst de, li ser hesabê rêxistinên din ên neteweyî, divê nekevin nav hesabên teng û rêxistinî.
- Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nava diyalogê de bin.
- Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi rêbazî be bi hev re bêne parastin.
- Şerê di navbeyna hêzên neteweyî de, wekî sûcê neteweyî bê qebûlkirin.
- Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke din a neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş, divê wekî alarmeke sor bê qebûlkirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê de bin û refleksa parastina berjewendiyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveger nîşan bidin û rê li ber şikestina navxweyî ya neteweyî bigirin.
DEN HAAG