Ajotina bisiklêtê ne ji bo her kesî tiştekî hema welê ye. Dema mirov kur be, mêr be, bav be, ajotina bisiklêtê rehet e, li her deverî. Dema mirov li Ewrûpayê be, ajotina bsiklêtê ji bo keç û kur, ji bo jin û mêr her tiştekî ji rêzê û belav e. Lê li Kurdistanê, nexasim li Başûrê Kurdistanê, ev ne wisa ye. Besna Miço ya Êzîdî ku li kampa penaberan a Şerîa dimîne, bi vê yekê baş dizanî, lê neçar bû, diviyabû bisiklêt bajo: “Min şerm dikir darîçavê xelkê ez bisiklêtê biajom. Lê cihê karê min dûr bû û ji min nedihat ez her roj taksiyekê bigirim û biçim cihê karê xwe. Ji ber wê jî min biryar da ku ez serê xwe bi gotinên xelkê neêşînim û min dest pê kir bi bisiklêt biçim karê xwe.” Sed carî ser xêrê û bimbarek biryara Besna Miço.

 

DIHOK