Çima lidarxistina Kongreya Netewî tê taloqkirin?
Komîteya Amadekar di xebatên xwe yên payizê de ji bo kongre di 25’ê Mijdarê de pêk were biryar dabûn ku di 8’ê Cotmehê sw bicive. Civîn nekarî i 8’ê Cotmehê de pêk were. Sedema vê yekê bi komnebûna sekreteryayê ve hat girêdan. Ji ber ku sekreterya nekarî kom bibe, pê ve girêdayî komîte jî nekarî bicive. Dema ku komîte di 10’ê Mijdarê de kom bû û nirxandin kir, biryar hat dayîn ku xebatên di vî warî de wê negihêje 25’ê Mijdarê.
Wekî sedema taloqkirinê çi tê gotin?
Ev konferans bi salane di rojeva Kurdan de ye. Pêşniyara Birêz Ocalan hebû ku li Amed, Enqere, Ewropa û Hewlêrê konferans bên lidarxistin. Sê konferans pêk hatin, konferansa li Hewlêrê jî di şûna konferansê de biryara kongreyê hat dayîn. Biryar hatibû dayîn ku xebatên kongreyê li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bê meşandin. Raporên komîsyonan ên ji bo pêşkêşî kongreyê bên kirin, diviyabû ji aliyê sekreteryayê ve bihata nirxandin. Rewşa siyasî ya li Kurdistan û Rojhilat Navîn, pêşketinên li Rojava, helwesta Hikûmeta Başûr a li hemberî Rojava pirsgirêk hinekî din kûrtir kir, lewma nîqaş li ser vî alî hat kirin. Lê berê jî ji ber nêzîkatiya ne rast a hin endamên sekreteryayê, kongre paşve hatibû xistin. Ji bilî endamên di sekreteryayê de, partiyên siyasî nûnerên nû lê zêde kirin. Bi van nûneran re hevdîtin hatin kirin. Lidarketina vê kongreyê, nêrîna hevpar a hemû sazî û partiyên siyasî yên Kurd e. Bi rastî jî mijareke gelekî zehmet e. Parçebûna li nava sînorên çar welatan û zexta van welatan...Bi van xebatan re baştir tê dîtin, ku em çiqasî ji hev xerîb, biyanî bûne. Lê di mijarên ziman, huqûq, jin û ciwanan de konferans hatin lidarxistin. Di navbera çar parçeyên Kurdistanê de dema danûstandinên bi vî rengî pêk tên, nêzîkbûn fêmkirina hev, çê dibe.
Nuqteya herî girîng yekbûyîna siyasî, destnîşankirina helwesta hevpar e. Vê yekê jî emê bi kongreyê bicih bînin. Di hefteya pêş de wê sekreterya ji komîteyê re teqwîmeke xebatê derxîne. Emê li gorî vê xebatên xwe dewam bikin. Ji vê nuqteyê û pê ve êdî Kurd dê bi awayekî parçebûyî siyasetê nemeşînin. Yên bi vî rengî siyaseta xwe dewam bikin, dê hem li nava gelê Kurd hem jî li qada siyasetê cihê ku heq dikin, bibînin.
Gelo ji ber rewşa Rojava kongre hate paş ve xistin?
Belê, Rojava yek ji mijarên bingehîn e. Li Tirkiyê gotina “Êdî cenaze nayên” derdikeve pêş. Lê belê gelê Kurd her roj, li parçeyekî din ê Kurdistanê bi şehadeta zarokên xwe yên li Rojava re rû bi rû ye. Her çend rewşek li holê heye ku nîşan dide pirsgirêk tê çareserkirin jî, polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Rojava diyarker e. Çeteyên mîna El Qaîde, El Nûsra re bi hêsanî ji Tirkiyê derbasî Rojava dibin, birîndarên xwe li Tirkiyê derman dikin, ji sivîlan re deriyên sînor ji bo derbasbûna alîkariya însanî girtî ye, lê ji çeteyan re di her warî de vekiriye. Li aliyê din berxwedana Kurdan a bi yekwicûd a li Rojava neçar hişt ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya der heqê çeteyan de di ber çavan re derbas bike.
Rewşeke neyînî ya li parçeyekî Kurdistanê bandorê li parçeyên din jî dike, hemû bi hev ve girêdayî ne. Serketina di şoreşa gel a Rojava de, wê bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike. Ji ber vê yekê di ser Rojava re êrîş li tevahiya Kurdan tê kirin. Em dizanin ku dê destketiyên Kurdan ên têkoşîna bi salan, li Rojava werin tacîdarkirin. Vê yekê her kes dibîne.
Çima Barzanî dest werdide Rojava?
Ji bo çareseriya pirsgirêkên li wê derê, divê ev kongre jî bingehekê ava bike. Siyaseta li Rojava tê meşandin, li ser avakirina hêzeke duyemîn a çekdarî ye. Lê di wê baweriyê de me ku kongre xwedî wê hêzê ye ku dikare vê pirsgirêkê jî çareser bike. Li aliyekî xebatên ji bo kongre, xebatên ji bo yekitiya neteweyî, li aliyê din hebûna pevçûnekê di navbera Kurdan de, wê rê li ber şikestina hestan veke. Ji ber vê yekê dê ev pirsgirêk bi misogerî bi hevdîtinan çareser bibe.
Erdogan û Barzanî li Amedê têne cem hev hun vê yekê çawa dibînin?
Yek ji pêngavên siyasî yên her carê yên Serokwezîr Erdogan e. Ev yek jî bi taybetî li pêvajoyeke beriya hilbijartinê rast tê. Di her seferê de bi rê û rêbazên cuda, daxwaz û hêviyên Kurdan ên ji bo çareseriyê ji bo demeke din paşve dixe û pêngavên beriya hilbijartinan dike. Me di sala 2007’an de ev bi awayekî zelal dîtin. Di encama sozên li wê derê dayî de, Kurdan li hemberî AKP’ê helwestek nîşan neda. Piştî ku ji wê derê serketinek bi dest xist, berê xwe da Kurdan û dest bi êrîşan kir. Heman piştî hilbijartinên 2009’an operasyoneke mezin destpê kir. Îro dîsa li sozên xwe yên beriya hilbijartinê dayî, vegeriya. Lê belê Kurd êdî bi van sozên beriya hilbijartinê naxape.
Beriya bi demekê hewl da bi Kemal Bûrkay biceribîne, lê di wir de serketî nebû. Beriya hilbijartinên herêmî yên 2014’an rûyê AKP’ê nema ku biçe ber deriyê Kurdan. Ji ber vê yekê, bi vexwendina Birêz Barzanî bi Amedê re hewl dide di warê siyasî de serê Kurdan hinekî tevlîhev bike û peyamên “Pêvajoya çareseriyê dewam dike” bide.
Em hêvîdarin dê feydê li pêvajoya çareseriyê bike, lê divê daxwazên Kurdan rast bên xwendin. Divê Erdogan bizanibe ku mîna salên bihurî nikare bi xapandin û mijûlkirinê vî karî bimeşîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê Birêz Barzanî daxwazên me yên siyasî baş bixwîne û di vî warî de rola xwe bileyze.
Gelo Barzanî çima tê?
Birêz Barzanî di gelek daxuyaniyên xwe de diyar dike ku ji bo çareseriya pirsigrêka Kurd a li Bakur çi ji dest bê ewê bike. Pêwîste ew biryardariya xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide. Eger li vê derê vê yekê destnîşan bike, hingî dibe ku wateya vê serdanê çê bibe. Naxwe, di rewşeke ku ewçend zilm li Kurdan tê kirin, têkoşîna Kurdan ewçend ji nedîtî ve tê de, eger Birêz Barzanî bibe yek ji amûrên lîstikên Erdogan, dê rast neyê pêşwazîkirin.
ENQERE