Dîktator li ser bingehê qels rûniştîne. Yê yekem kapasîteya wan a mirovbûn û siyasî qels e. Du serkarîya xwe bi dek û dolaban, yan jî bi kotekê bi dest xistiye, erkê xwe li ser demegojî, şantaj û xiniziyan bi rê ve dibe. Jixwe û bi kesên hawîrdora xwe jî bi guman in, lewre dizanin ku encama wan têkçûne. Divê mirov xwe bi rawestan, heybet, gotinên wan ên ku boblatan di ser wan de tîne, ne xape. Rastî û awayê xûya kirina tiştên ji hev cûda ne. Ji ber vê çendê jî di vê dema dawiyê de qirêjî, gendelî, talan û şêlandina di nava AKP’ê de wek bilqikên di nava beroşa girarê de yek bi yek derdikeve rastiya ber çavî. Wer xuyaye, ew dixebitin ku bi êriş, girtin, kuştin, sextekarî û provokasyonan pêşî li şerê nav partiya xwe û têkçûne xeta xwe ya faşîzan bigire.
Hin rûdan û êş hene, hete çendî dil û kezebên mirovan bisoje jî, dibin pêngav û peqînên derketina rastiyan. Mijara kujeriya Roboskî di bingehê xwe de ev e. Vê dilzerandin û êşê hemû bêbextî, demegojî, dek û dolabên AKPê bê kêmasî li ber çavan raxist. Ji ber vê jî, bi şermokî be, bi awayê lomeyê nermokî jî be, di vê mijarê de hin dengên melûl ji nava AKPê derdikevin. Wek mînak; dîtinên M. Mir Dengîr Firan û Ensarîoglu.
Rayedarên AKP yên li Kurdistanê ji bo rant û gendeliyê bi hev ketine. Dema hin kesên hê piçek nûveyên Kurdayetiyê lê hene, vê rewşê dibînin û dixwazin hin agahiyan bi kêmasî bigîhînin hin der û doran, di rengê şerê qirêj de tên kuştin, li pey jî dixebitin ku vê wek provokasyoneke bi kar bînin û qetla wan têxin stûyên welatparêzan. Yan jî wê wek bone bigirin û mirovên bê guneh têxin bendexaneyan. Çend mînakên balkêş:
Li gor nûçeyên dawiyê, malbata Umut Aydin ê ku bi awayekî xinizane hatibû kuştin û rayedarên AKPê xwestibûn vê rûdanê wek provokasyonekê li dij welatparêzan bikarbîne, li pey lêkolîn û agahiyên rast pê hesyane ku rayedarekê AKP yê Amedê ew kuştiye (yan jî daye kuştin.) Birayê Umut, Kadîr Aydin; gotiye: „Birayê min bûye qurbaniyê gendelî û rantê ya rayedarên AKP.“
Dîsa li Şirnaxê jî cihgirê Serokê AKP yê Şirnaxê Alî Kiliç çend roj berê hatibû kuştin, rayedarên AKP û hêzên wan ên qaşo ewlekariyê ev bûyar xistibû Stûyê Resûl Katar ê ku ji zû ve wek pênaber derbazê başûrê Kurdistanê bûye û hîç haya xwe ji vê bûyarê tûne.
Li gor agahiyên digîhijin destên me, hima bigire li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê rayedarên wan ên heremî li ser rant û şêlandinê bi hev ketine. AKP eyî bi tehdît û xugîyan dixebitin ku vê mijarê bitepisînin. Yên ku bi kuştinan jî digihîjin encamê, weki provokasyon, yan jî şehadeta li dij welatparêzan bikartînin, daku bikanin bala giştî û malbatên wan kesan bixapînin û rastiyan bipoşînin.
Ji xwe kom û hêzên li ser bingehê berjewendî, sextekarî û xapandinan tên ba hev, çendî şîdeta navxweyî jî bikarbîne, di encamê de ji bo par û gepên zêde bi hev dikevin. Lê ji ber ku li Tirkiyê muxalefeteke kêrhatî tune, muxalefeta Kurdan jî di bin hestên şovenîzmê de tê fetisandin, lema vê yektiya rant, xûgî û berjêwendiyê ewqas domand. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje; tirsa Ergenekona fetullahî jî, wan li ser piyan digire.
Ji ber vê tirsa ji hev ketinê ye ku Erdogan û şûrakaya serkariya AKP dest avêtiye şîdetê, bêdadiyê, tehdîtê, demegojî û derewan. Li aliyekê jî çapemeniya tu car nebûye çapemenî, her û her di xizmeta serkaran de bû jî, girtiye ber destê xwe û dîktatoriyeke tirsê afirandiye. Eger derbeyeke bi zeft li vê partiya bûye bela serê gelên Tirkiyê bikeve, wê ev partiya sosret ji hev bela û vela bibe.
Bala xwe bidinê; kîjan parlementer yan jî rayedarên wan ên heremî, devê xwe vedike, dixwaze gotinekê derê derew û virên wan bibêje, hima bi tehdît û şîdetê dengê wan tên birîn. Wek mînak parlementerên wan ên berê yên qaşo nijadKurd gişt bêdeng, di kuncikên xwe de melisîne û mane. Dema ew carna dengê xwe derxin jî, bi soza dê bi wan partiyeke Kurd a paravan bidin avakirinê, tên bêdengkirin.
Em bi gotina hobûyî bêjin; dibe ku îroj hê tenê serê çiyayê qeşayê xûya kiribe. Lê av li dor vê çiyayê qeşayê her diçe dikişe, hima hima ew çiyayê ji derewên qeşayî di ser wan de bihêrife. Divê her kes bizane êdî AKP li ser têkçûnê ye. Em hêvî dikin ku hemû Kurd xwe ji vê partiya wek sosretekê di rojevê de ye, dûr bigirin û vegerin nava refên gelê xwe. Dema ev partî bi teqînekî belav bibe, dê yên dereng ketibîn jî bilewitin.
Şerê di nava AKP’ê de û provokatoriya wan