Berxwedana li navçeya Amedê Surê di roja xwe ya 105´an de dewam dike. Doh danê sibê 7 welatiyên di odeyekê de asê mayî dengê xwe gihandin derveyî Sûrê. Welatiya bi navê Dilber Bozkurt a ku li Sûrê di odeyeke de asê maye, bi rêya telefonê ji parlemanter Nursel Aydogan re got: “Doh (pêr) bi kepçeyan xanî bi ser serê me de hilweşandin. Eger îro kepçe bixebite em ê di bin enkazê de bimînin, dibe ku 5 deqîqeyên me mabin. Divê gel ji bo derxistina cenazeyan rabe ser piyan.”
Bozkurt di peyama xwe de wekî din got, em nikarin serê xwe jî derxin derve û 40 cenaze jî di bin enqazê de hene. Bozkurt bang li gel kir da ku xwedî li cenazeyan derkeve û got, “Heke tiştek neyê kirin em ê li vir bimînin, di bin enqazê de. Belkî 5 deqeyên me mabin.”
Ji heman komê kesê bi navê Cuneyt Aydemiş jî bi bavê xwe Kemal Aydemiş re peyivî û xwest ku heqê xwe li wî helal bike, ji ber ku kepçe avahiyê b ser wan de hildiweşîne. Piştî ku ev axaftina telefonê hat kirin peywendiya 3 ji wan birîndar a bi van 7 kesan re bi temamî qut bû.
Kemal Aydemiş jî ev bang li milet kir, “Ez tenê ji bo kurê xwe nabêjim. Ji bo hemû ciwanên me bilav gelê me bê û em biçin ciwanên xwe ji wir sax an jî mirî derxînin.”
AMED