Li welatên weke Tirkiyê, rojnamevantî, yan jî karê rojbamevantiyê ne hêsa ye. Her roj bi bûyerên drametîk û faşîzan re têkildarî dilê mirov dike nava qolincan.
Li Tirkiye ku, desthilatdariya AKP’ê, salnameya xwe ya karûbar li gorî qirkirina gelê Kurd amade kiriye, her roj imze (wajo) diavêjê bin bûyerên drametîk.
Ji aliyekî ve çekên kimyewî bikartîne û gerila qirdike.
Ji aliyekî ve zarokên Kurd dikuje û bi komî digire.
Ji aliyekî ve jî qirkirina siyasetmedarên Kurd bi dijwarî dide meşandin. Serê vê sibehî jî li 16 bajarên Kurdistan û Tirkiyê, di heman demê de, Polîsên AKPê avêtin ser malan û li gorî agahiyên destpêkê 58 kes girtin binçavan û di nava kesên hatine girtin de, nivîskar û parêzerên Birêz Abdullah Ocalan jî hene.
Lê ajansa nûçeyan Cîhan, Sabah, wakît û çapemeniya weke wan, van kiryarên drametîk ku di çarçoveya faşîzan de têne kirin nabînin, ragihandinên bêbextî û bê axlakî dike.
Li tevahiya cîhanê, Medya û çapemenî, wek parçeyek ji vijdanê civakê tê nas kirin û di wê çarçovê de jî kar dike.
Li Tirkiyê Medya û çapemenî bûye bext û vijdanê desthilatdariya AKP’ê ya kujer û wek amûrekî parastina kiryarên faşîzan kar dike. Lewma min got, rojnamevantiya li welatên weke Tirkiyê zor e.
Rojnamevantî, exlaq û vijdan dixwaze û bêyî van rêbazan jî tu kes nikare rojnamevantiyê bike. Di perwerdehiya di dibistanên rojnamentiyê de jî, rêbazên exlakê medya û çapemeniyê têne dîtin.
Lê li Tirkiyê medya nemaye, bûye amûrê bazirganî û alavê destên siyasî. Rojnamevan û qunciknîvîs jî, bûne berdevkê wê îdeolojiya kujer û dinivîsênx we de, rêbaz û stratejiyên qirkirina Kurdan destnîşan dikin.
Bêguman medya, stunek ji ya rastmaliyê ye û parastina sîstema xwe dike. Lê ne rastmalî, ne bazirganî û ne sîstem hewqasî bê-exlak tevdigere. Hınek rêbazên exlakî û nirxên mirovahiyê di nava xwe de diparêze.
Mixabin desthilatdariya AKP’ê, rêbaz, exlak û nirxan nasnake û teva piştguh kirine. Gelek kes, helwesta desthilatdariya AKP’ê wek dijminê gelê Kurd dinirxînin û bi gotina “minet tê de nîne” kiryarên AKP’ê mafdar dibînin. Rêbazên dijminatî û neyartiyê jî hene.
Ew kes û derdor biqasî AKP’ê bê-exlaqiyan dikin.
Di kîjan exlakî de, di kîjan rê û rêbazên mirovahiyê de, kuştina zarokên 12 salî, 18 mehî, 6 salî û kuştina kalên 80 î 85 salî heye?
Di kîjan exlakî de, di kîjan rê û rêbazên mirovahiyê de, erênî û destek-kirina linca kolanan heye?
Di kîjan huquqî de, di kîjan kanunê de parastina kujeran heye?
Di kîjan olê de heye ku serkêşekî cemaeteke bi navê olê haraket dike, fermana qirkirina gelekî dide heye?
Lê li Tirkiyê ev teva hene û dikin.Ji bo meşruiyeta van kiryaran jî ha ha kanunan derdixin. Lê kanun jî nikarin kiryarên faşîzan mafdar derbixin û meşrû bikin.
Bê guman û bê gotin, kiryarên desthilatdariya AKP’ê faşîzan in û tu kanun niakrin meşrû bikin.
Her kiryara desthilatdariya AKP’ê û terora Polîsên AKP’ê de, “suretê” Hîtler heye. Di her aaxftin û fermana serokwezîr Tayyip Erdogan de, qîrên û haraketên “suretê” Musolînî xuya dike.
Di axaftin û fermanên Fetullah Gulen de, ya mirovên hest şikestî, ku wek mirovên nêrûmêk derdikevin holê hene. Tê zanîn ku Freud, dibêje, gelek ji van mirovan didine dijminê civakê, ji ber ku kîna wan zorê li jiyana wan, li hiş û ramanê wan dike. Rewşa Fetullah Gulen ya nexweşên mirovên ‘nêrûmêk’ e.
Tayyip Erdogan doh bû, di civîna Yekîtiya Ereban de, bi şoveke manîdar, dersa demokrasî dida desthilatdariya Suriye û car din gotina “zulumkar abad nabe” tehdîd dikir. Lê ew zilmê dike.
Kiryarên desthilatdariya AKP’ê û serokwezîr Tayyip Erdogan bi hejmartinê xelas nabin.
Lê helwesta kîndarî ya desthilatdariya AKP’ê ku li hemberî erdheja Wanê xuya kir û dike, ji bê exlakî û bextreşiyê jî wêdetir e.
Çerxa jiyanê balkêş e. Ji ber ku jiyana mirovan, jiyana civakan bi kanunan hatiye sinor kirin. Li gorî van kanunan, jiyan ne tenê bûyîn, mezin bûn, xwendin, zewac û mirin e. Rûmet û azadî û parastina nirxan bingeha jiyanê û giyanê civakan e. Tê zanîn ku kanun çît, sênc û dîwarên li pêşiya komên xelkê ne.
Lê tu kanun ne li derî demê ne û nikarin heta dawiyê mirov û civakan bikin nava rekiha kujerî.
Mîna kanunan; ne dewlet, ne civak, ne jî mirov dikarin derkevin derî demê.
Lê desthilatdariya AKP’ê û cemaeta Gulen derî demê ne; derî kanun, derî rê û rêbazan hareket dikin.
Gelo zilma Erdogan wê “abad” bidome?