Ocalan ji bo Aram Tîgran: Dema min li Enqereyê cara ewil di radyoyê de guhdariya dengê Aram Tîgran kir, min gotibû, ‘Divê ev deng nemire, her azad bimîne. Yê ku berê min da Kurdistanê ev deng bi xwe bû. Ji ber vê, nikarim ji bo Aram bibêjim miriye. Ew şehîd e, nemir e.
Îro salvegera wefata dilsoz û kedkarê zimanê Kurdî û muzîka wî, hostekarê cimbişê, Aram Tîgran bû. Aram Tîgran dengek, melodiyek û helbestek tenê nebû, ew hatina cem hev a gelek behremendiyên muzîkî bû. Wî helbesta Feqî, Ey Dîlberê bi besteya xwe bê mirin kir, Bilbilo bi ruh û gewde kir, heta dawiya temenê xwe jî stran gotin. Tîgran qederê 450 besteyî çêkirin û bi zimanên Kurdî, Ermenîkî, Suryanî, Yewnanî, Erebî û Tirkî stran gotin; ew bêndereke zimanan bû.
Hevjîna wî ya 50 salan jiyana xwe pê re derbas kirî ji bo wî dibêje, “Wî azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dît. Ew heta sax bû bi Kurdan re bû. Wî timî xwest li çanda Kurd zêde bike. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd hez ji wî kir.”
Di dawiya sedsala 19’an û di sedsalên 20-21’ê de dema mirov li dîrokçeya muzîk û zimanê Kurdî dinihêre, di warê parastin û geşedana wê de bi awayekî eşkere rastî para hin zana û ferdên Ermenî tê: Sogomon Kevork Sogomonyan (Komîtas Vardabet), Garabet Khaçhatûrîan (Kerapetê Xaço), Aram Îlîtch Khachatûrîan, Avetîk Isahakîan, Hrachîa Nersîsîan, Aramê Tîgran ...
Wî berê Ocalan da Kurdistanê
Dema mirov ji van kesan, guhdariya Aramê Tîgran dike, li gorî lêkolînan di 53 salên wî yê muzîkê de qederê 237 berhemên Kurdî (ku ji van 7 jê bi Kirmanckî ne), 150 Erebî, 30 Tirkî, 10 Suryanî, 8 Yûnanî, gelek jî bi Ermenîkî bi giştî 650 berhemî tê ku qederê 450´î ji wan besteyên wî ne. Ev dîmen jî dide der ku Aram Tîgran nexasim ji bo Kurdî, lê bi giştî, newayeke cergebez û sewteke Mezopotamyayî û koroyeke wan neteweyan e ku çarenûsa wan her li jenosîdan alîqî maye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî wefata Tîgran weke “bilbilê Rojhilata Navîn” bi nav kir û got, “Dema min li Enqereyê cara ewil di radyoyê de guhdariya dengê Aram Tîgran kir, min gotibû, ‘Divê ev deng nemire, her azad bimîne. Lew dengê wî dengekî dawidî ye, tenha ye.’ Yê ku berê min da Kurdistanê ev deng bi xwe bû. Ji ber vê, nikarim ji bo Aram bibêjim miriye. Ew şehîd e, nemir e. Divê bibîranîna wî her bijî.”
Piştî sirgûnê li Rojava hat dinê
Aram Tîgranê ku digot, heke careke din werim dinyayê û qeweta min bigihîjiyê, ez ê hemû tank, top û çekan bihelînim û wan bikim cimbiş û zirne, 15’ê Çileyê 1934’an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Bavê wî Ardeşîr, Sarkîs bi awayekî dîtir Mêloyê Sakê bi eslê xwe ji herêma Sasonê ye û dayika wî Xîldayê jî ji Farqîna Amedê ye. Piştî jenosîda 1915’an malbata wî ji hêla malbateke Kurd ve, ji qirrkirinê tê xelaskirin. Di vê biwarê de Tîgran di maleke ziman Kurdî de mezin dibe, guh dide nesîhetên bavê xwe yê bilûrvan û berê xwe dide çand û muzîka Kurdî.
Dika newroza 1953’yan
Di 6 saliya xwe de li ber destê bavê xwe hînî ûdê bû. Piştî ku li Qamişloyê xwendina xwe ya lîseyê temam dike, 3 salan jî tehsîla bilind dixwîne. Piştî demekê bi awayekî pispor fêrî ûdê dibe. Lê ji bo Tîgran debara xwe bike, di 20 saliya xwe de li dawet û şahiyan distrê. Cara ewil konsera xwe di Newroza 1953’yan de dide. Ji ber ku dengê vê amûrê tîna wî naşikîne, berê xwe dide cimbişa ku dengê wê bilindtir e.
Sala 1966’an tevî malbata xwe koçberî Ermenistanê dibe. Li Ermenistanê di beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê de cara ewil bi awayekî cidî di warê muzîkê de perwerde dibe û li vir di muzîka Kurdî de stîleke nû ya koroyî diafirîne. Tîgran heta sala 1984’an li radyoyê dixebite û sala 1995’an berê xwe dide Ewrûpayê û piştî demeke kurt li Atînaya Yewnanistanê bi cih dibe. Sala 2006’an ji bo mihrîcanekê cara ewil çû Amedê û çû serdana gundê bavê xwe. Piştî sê salan di 6’ê Tebaxa 2009’an de Tîgran nerehet dibe û di 8’ê Tebaxê de li nexweşxaneyeke Atînayê di 75 saliya xwe de wefat dike.
Xewna Aram Amed bû
Aram Tîgran bavê sê zarokan yekemcar sala 2006’an ji bo festîvalê diçe Amedê, ku ji bo Amedê digot ‘xewna min a sed salî’. Piştî ku dewleta Tirk destûr neda ku cenazeyê Aram Tîgran li Amedê bê veşartin, hevjîna wî Sîrvart Melîkiyan Tîgran hîna jî bi hêvî ye û dibêje, “heval” dê wî bibin Amedê: dibêje, “Ez zanim, wê heval wî bi vî rengî nehêlin û rojekê wê wî bibin Amedê.
Min soz da Aram ku ez ê heta dawiya emrê xwe li ser şopa wî bim. Ez niha, bi şev û roj ji bo azadiya Serok Apo dua dikim. Heger Serok Apo li derve bûya, wê rewşa me gelekî cudatir bûya. Yê ku em li hev civandin, aliyê insanî û manewî yê Serok Apo ye.”
Talana çandî ya dewleta Tirk
Aram Tîgran 14’emîn albuma xwe di 74 saliya xwe de derxist, gelek berhem û stranên mayîn de yên wek; Zimanê Kurdî, Çiyayê Gebaro, Ez Kurdistan im, Bilbilo, Wexta Zerya Nîşan Kirin, Em Hatin, Kula Dilê Min Welat, Şev Çû, Ay Dîlberê, Diçim Diçim Nema Têm, Te Ez Kal Kirim, Xemilî Zozan, Sebra Dila, Pêşiya Malê û gelekên din bi newa û noteyên xwe li kelepûra muzîka Kurdî zêde kirin. Her wiha gelek berhemên wî ku muzîka hinan ji wan û gotinên hinan ji wan aîdî wî bûn, di repetûara saziya radyo û televizyona dewleta Tirk TRT’ê de wek ku malê kelepûra muzîka Tirkî bin hatine wergerandin û dizîn.
Pira di navbera gelan de
Nivîskar-rojnamevan Pakrat Estukyan li ser Aram Tîgran got: “Du zimanê wî dayikê hebûn yek Ermenîkî bû yek jî Kurdî bû. Wî hunera muzîkê ji bavê xwe mîrate wergirt û bi evîndariya xwe ya stranbêjiyê bi stranên Kurdî û Ermenîkî temam kir. Min ew bi rêya rewşenbîrên Kurd nas kir. Me Aram Tîgran û hevjîna wî li Dêra Ermenî ya li Boyacikoyê ezimand. Cara ewil min ew li wir nas kir. Stranên Kurdî û Ermenkî yên ji hev xweştir digotin. Belkî di civaka Ermen de rastî elaqeyeke mezin nehatibe, lê di civaka Kurd de hunermendekî îdol bû. Hunermend Aram Tîgran êşa hemû erdnîgariyan dianî ziman. Aram Tîgran bi stranên Kurdî û Ermenîkî di nava gelan de pira dostaniyê ava kir.”
MA/STENBOL