Kakeyiyên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe li dijî komplogeran anî ziman û banga lidarxistina kongreya neteweyî kirin.

Kakeyê ji navçeya Daqûq a Kerkûkê, Teyib Xefur meha sibatê di dîrokê de ji bo gelê Kurd wek mehek reş pênase kir û got divê êdî dest bi lidarxistina kongreya netewiya Kurdistanê bê kirin. 

Berpirsê Tugaya Kakeyiyan yên di nav pêşmergeyan de Ferhad Kakeyî ji axivî û ev gotin kir: “Di rojek wisan de ez silavên xwe ji birêz Ocalan ku wekî îrade û fikrekî berfireh û şoreşgerî ye, dişînim.Dewleta Tirk yek ji dijminê herî mezin yê gelê Kurd e, her demê hewl daye gelê Kurd tine bike. Ji ber divê  gelê Kurd li hember dijmin her tim bi hêz be.

Ciwanê Kakeyi Zagros Bêstûn ji diyar kir ku pirtûkên Ocalan her tim qala azadiyê dikin û got: “Ocalan hertim hewl daye ku civakê fêrî derbazkirina ji sîstema koledarî û kapîtalîzmê kiriye. Rêber Apo piştî girtinê ji me re gotiye ‘ev jiyana ku ez têde dijîm  jiyanek azad û teslîmyet qebûl nekirinê ye