Elo Dîno tenê naşêlîne, ew sîstema heyî qebûl nake. Xisleta vê destanê serîrakirineke kedkaran û çînên jêr e. Em şiroveyên xwe û xwendinên xwe li ser çîrok û bûyerên Yewnanî û Ewrûpî dikin, lê gava em van çîrokên xwe xurt bikin, ez bawer dikim ku meseleya azabûyînê wê li nava civaka me çêtir bi cih bibe, xelk lê serwext bibe.
LUQMAN GULDIVÊ
Di Stêrk TV de rojên pêncşeman gava ku li Amedê saet 8’ê êvarê ye, bernameyeke nû tê weşandin bi navê Sîbera Destanên Kurdî. Ev bername 15 deqîqeyan bi xêz, muzîk û gotinê me li nava destanên Kurdî digerîne. Ercan Altuntaş hem xêzker e û hem jî ji berpirsên vê projeyê ye ku bi hevpariya Pel Filmê tê çêkirin. Ew nexasim hewl dide motîfên Kurdî yên orîjînal û coxrafyayê weke xwe xêz bike. Ji bo wê jî lêkolîneke berfireh li ser wêne û xêzkirinên berê yên peyda dibin di kitêban û di ser înternetê de sûdê werdigire û bi wêneyên îro jî xwe nêzîk dike li wan cografyayên ku wan xêz dike. Destpêkê karê xêzkirinê bi hevalekî re kiribe jî ji ber krîza vîrusa koronayê, niha tenê ye. Li ser projeyê em pê re peyivîn.
Ew pêşî bi îhtîmam navên kesên keda wan di vê xebatê de heye, hildide. Sîpan Dagdeviren û Şehap Genç di nivîsandina metnan de xwe diwestînin. Herçî mûzîk e Mehdî Ahmadpouryan hazir dike û Ibrahîm Bayat jî miks û masterîngê dike.
Proje çawa peyda bû? Ew wisa li me vedigerîne: “Projeya em çîrokan bikin anîmasyon hebû. Ev veguherî ya destanan. Me destanên neteweyî û qehremaniyê tercîh kirin. Yanî em metnê dinivîsin, deng qeyd dikin, muzîkê hazir dikin û kilamên destanê ji nû ve tên gotin û qeydkirin, xêz diqedin; parçe parçe bi pêş dikeve.” Pirsgirêka mezin di vî karî de ji Ercan Altuntaş ê ku wêneyan xêz dike nebûna wêne û dîmenên ji serdemên cihê û deverên cihê yên Kurdistanê ye. Wexta wilo bû, te çi kir? Destê xwe ber xwe re bernedane: “Xêzkirinên salên 1970’yî hebûn ên gerokekî ji Emerîkayê. Piştre kitêbên berdest û xêzkirin û wêneyên seyahên Ewrûpê yên sedsalên 19 û 20’ê min li wan kola. Ez wekî din resman didim girtin bi rêya hevalên xwe, resmên wan cografyayên ku destan lê diqewimin da ku karibim xêz bikim. Mesela ji bo Zembîlfiroş nû û kevin qederê dused wêneyên ji Ferqînê min danîne ber xwe û ez ê li gorî wê xêz bikim. Ji min re wêne, dîmên û agahî lazim in ku bikin ez zanibim cilûberg çawa bûn, li ku kê çi li xwe dikir, xanî çawa hatine çêkirin, Kurdan gundên xwe li ku danîne, parastina xwe çawa kirine, gundek çawa afirandine.”
Hewl dide jiyana hingê fêm bike
Çima ev qasî xwe ji bo amadekirinê diêşîne jî ew weha rave dike: “Heta ji min tê, ez hewl didim ji motîfên ne Kurd dûr bixim. Cografyaya me asê û çiyayî ye û ez jî li gorî wê xêz dikim, hem cografyayê û hem jî cil û bergan. Ez motîfên Kurdan derxim pêş. Mesela simbêlên Ezîdiyan, kolos û derpê wan wê bimînin û diyar be ku ew civakeke Kurdistanê ne û ne civakeke cîran a Ereb yan jî yeke din in. Mesela Zerîfe Xan çirokeke ku dixwazim xêz bikim, ew Elewî ye, lê divê ez lê bikolim, jinên Elewî çi li xwe kirine, ew bi xwe li ku maye. Ez wêneyan bi hevalên xwe ji deverên bûyer li Dêrsimê lê qewimiye didim girtin. Jinek li Dêrsimê çawa jiyaye û çawa dijî wana hewl didim fêm bikim. Jixwe çîrok jî wê bi Kirmanckî bê xwendin.”
Destanan hema welê ji varyantekê nagirin. Di destanan de adaptasyon dikin. Serê xwe pêdiêşînin ka karakter çawa bihûnin: “Mesela em li Derwêş û Edûlê binihêrin, qehreman Êzîdî ye, lê pirranî bi gotara devê Misilmanan hatiye gotin. Em karakter ji meseleyên dînî xweser dikin, netewe û evînê dixin navendê. Em minaqeşeya Derwêş û Edûlê û diyanetên wan talî dikin. Di Kela Dimdim de jî em parastina welêt li pêş bi cih dikin û mijarên din talî dikin.”
Ji bo naveroka destanan jî, li cem ê 100 gigabyte qeydiyên dengbêjan hene ku jê sûdê werdigire.
Ji karên wî kirî, heta niha yê herî li ber dilê wî, Derwêş û Edûlê ye: “Derwêş gelekî kêfa min jê re hat. Em di nava çar dewletan de ne, ya ku ji me re dimîne, evîna me li ser axa me ye. Dewrêş dersekê dide me. Ji Edûlê re dibêje, ew ji bo evînê, lê axa xwe şerî dike. Di dîroka Kurdan de ev mesele heye, dibêjin, birako tu çima şer dikî, ew dibêje, ji bo axa xwe. Yanî parastina axê Dewrêş baş nîşanî me dide.. Mirov dikare vê weke vegotineke neteweyî ava bike. Li aliyê din Dewrêş Êzîdî ye û Temir Paşa Misilman e, lê bi hev re şerê neteweyî dikin. Ev destan, Kurdan hemûyan tîne ba hev.”
Destaneke din jî ya Elo Dîno ye, ku bi ya wî îro jî aktuel e: “Dewletek, mîrtiyek heye tîcaretê ava dike, lê xelk feqîr dimîne. Îro jî ev heye. Yanî axa û beg zengîn û têr in, xelk feqîr û birçî ne. Elo Dîno jî li hemberî vê serî radike. Çakircali Efe yê Yaşar Kemal jî dişibe Elo Dîno. Lê di Elo Dîno de tiştekî ji vê û wê de heye, ew tenê naşêlîne, ew sîstema heyî qebûl nake. Xisleta vê destanê serîrakirineke kedkaran û çînên jêr e. Em şiroveyên xwe û xwendinên xwe li ser çîrok û bûyerên Yewnanî û Ewrûpî dikin, lê gava em van çîrokên xwe xurt bikin, ez bawer dikim ku meseleya azabûyînê wê li nava civaka me çêtir bi cih bibe, xelk lê serwext bibe.”