Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ev 88 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, bi rêya weşana zindî doh beşdarî mîtînga HDP´ê ya li Stenbolê bû û got: ”Ez we bi ruhê zindana Amedê silav dikim.”

Guven bi rêya weşana zindî ya Skyp’ê ji Amedê beşdarî mîtînga Stenbolê bû û beşdarên mîtingê silav kirin. Guven ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê pirr kin axivî tenê beşdarên mîtingê silav kir û got: ”Ez we hemûyan bi ruhê berxwedana Zindana Amedê silav dikim. Gelek baş e hûn hene. ”

Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye 

Piştre Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, derket ser dikê û gel silav kir. Şenoglu got, ”Bedena xwe ji bo bipêşxistina aştî, demokrasiyê danîn holê. Bê berjewendiyên şexsî dan rê. Ji vê rêwîtiyê bi rûmettir tine ye. Ev rê teqez dê bigihîje armanca xwe. Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Nasir Yagiz û ew, dibêjin ‘Gelên herêmê bi hezaran salan bi hevre jiyan, dikarin dîsa bi hevre bijîn.’ Daxwaza wan a sereke bi dawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ev rêyeke dirêj e. Divê em hemû bi berxwedana xwe vê rêyê vekin. Bi piştevanî û berxwedanê tecrîdê em bişkînin. Ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Mifteya aştî, demokrasî û azadiyê li Îmraliyê ye.” Piştî axaftinan dema nûçeya me dihat amadekirin, bernameya mîtîngê dewam dikir.