Çar aliyê wê, hemû bi warên bi êş û şaristaniyê ve hatiye dorpêç kirin. Li aliyekî Helepçe, li aliyekî wê Enfal e… Pişta wê çiyayê Qendîl û li hêla rojhilata wê jî, bi êş û kesera xwe ya bi sedan sal ve Mehabad e. Ew der Silêmanî ye.

Gava ku hûn bi çavekî nezanî ve lê binêrin, hûnê axeke hişk, axeke bitoz, wareke ziwa, şareke paşve mayî bibînin. Lê di rastiya xwe de nêrîneke wisa, çawa ku însanek li Budha binêre û ji kincên wî bikene, heman tişt e. Ji ber ku Silêmanî, di warê wêje, feylesofî, raman, têgihîştinê de, di warê zanyarî û hunerî de axeke şîn û şad, şareke şaristaniyê ye.
Heya ku ez nehatî bûm Silêmanî, heya ku bi xelkê Silêmanî re neaxivî bûm, min vegotina wan, nîqaş û rexneya wan, şîrovekirin û nêrîna wan nedîti bû. Heya ku ez neketibûm nav rewşenbîrên Silêmaniyê, min bi xwe cehaletiya xwe nedîtîbû. Ji ber vê yekê, Silêmanî, weke şeqamek li êniya çavê min teqiya û pozbilindiya min raxist erdê. Fedîkirina min derxist holê û min fêrî newsbiçûktiyê kir.  
Hatina min ya Silêmanî, bû sedemeke pîroz jî… Ev hatin, di mêjiyê min de pêdiviyeke xurt derxist pêş û rê li ber nêrîneke kûr vekir. Ez careke din ji nû ve pê hesiyam ku, gotina “Tu tişt tenê weke ku ji derve ve xuya dike naye fêmkirin”, ev gotin bixwe ne gotineke vala ye. Ez têgîhîştim ku, nêrînên zordestan, di çi şert û mercê de bin bila bibin, di heman demê de nêrînên cehaletê ne. Biçûkdîtin jî bingeha xwe ji vir digire. Heya îro serdestên ku li ser axa Kurdistan rûniştine, welatê Kurdistan perçe kirine û mêjûyê Kurd kûd kirine. Serdestan di heman demê de çavê me jî kor kirine û ji ber vê yekê me kewneşopî û şarezabûna ku di nav Kurdistanê de bi sedan sal û bi kedên ronakbirên Kurd hatiye afirandin nedîtiye.
Li Silêmanî ez bi xwe ji nû ve têgîhîştim ku ronakbirî ne zanabûn e. Însan bi xwendina agahiyan zanyar nabe. Berovajî hin agahî, zêdetir mêjûya însan diavêje hepsê. Mêjû zindan dike. Ji ber ku tenê bi xwendina pirtûkan, bi avakirina zanîngehan, tenê bi sazkirina şano û çapkirina rojnameyan, tenê bi xetimkirina wêjeyan şarezayî û zanyarî pêk naye. Qet nebe Silêmanî ev tişt fêrî min kir.
Em bi mêjûya Tirktiyê mezin bûne û heya niha dîtina me ya ew perwerdehî, xwendina me ya ew kuliyatî, bûye sedema valakirina mêjûya me. Min careke din dîsa nivîsandibû, pergala perwerdehiyê ya Tirk, ne ji bo zanyarbûn, berovajî vê yekê, ji bo pûçkirina mêjûya civakê ye. Hatina min ya Silêmanî, ji nû ve min pêhesand ku ew tespît, sedî sed tespîteke rast bûye. Ez pê hesiyam ku gava însan Ehmed Herdî nasneke, wê Cemîl Merîç weke rewşenbireke cîhanî binav bike. Gava însan Pîremêr, Faîq Bêkes, Mamoste Brehîm Ehmed, Qane nas neke, wê Nazim Hîkmet weke helbestvaneke bêhempa bihesibîne.
Ez bawerim hewceye ku em li ser şaristaniya cîhanê ji nû ve bifikirin. Gelo şaristanî, li hemû dinyayê bi yek mêzînê ve tê wezinandin an na? Gelo agahiyên ku ji Sokrates û Platon bi rêya dîroka rojava hatine heya îro, ramanên bêhempa ne an na? Gelo şaristaniyên ku li rojava hatine avakirin, şaristaniya pîvan a mirovahiyê ye an na? Zanko, medrese, mêjû û zanistî, tenê bi pîvana rojavayî tê xetimkirin an na?
Yek ji tiştên ku Silêmanî nîşanî min kir jî ew bû ku ji bo fêmkirina dinyayê, ji bo fêmkirina Kurdewariye, ji bo fêmkirina ax, war û şaristaniyê, hewceye ku Kurd, hemû zarevayên Kurdî tevahî bizanibin. Soranî, Kurmancî, Zazakî, Hewremanî, tevahî zarevayên Kurdî fêr bin û ji hevdu fêm bikin.  Careke din min dît ku rengînî û dîroka mirovahiyê, li vir hatiye veşartin û mebesta vê veşartinê ne tenê ji bo parastina yekbûna Tirkiyeyê ye. Ev polîtîka, di heman demê de ji bo pûçkirina fikrên bilind, ramanên kûr, gewre û têgihîştinên xurt e.  Ji ber wê jî, pêdiviya herî mezin ya muxelefetê jî, berî her tiştî ji mêjû ve qutbûn e.