Mala endama Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo Behiya Selîm Xidir ji ber barana zêde hilweşiya. Di encamê de Behiya jiyana xwe ji dest da.
Ji beriya du rojan li herêma Cizîrê ji ber barana dijwar lehî rabû. Di encama bi dehan mal li herêma Dêrik, navçeya Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîsê û bajarê Qamişlo hilweşiyan û rê li çûnûhatinê hatin girtin.
Pêr jî li bajarê Qamişlo baranê heta derengiya şevê zêde xweş kir. Ji ber barana zêde mala endama Heyva Sor a Kurd, Behiya Selîm Xidir a 35 salî bi ser wê de hilweşiya û Behiya jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Behiya Selîm Xidir li goristana taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate definkirin. Her wiha konê sersaxiyê jî li ber mala wê hate vedan.
ANHA / QAMIŞLO