Di rastiyê de kew ne dijminê qewmê xwe ye. Heta ku nekevin destê mirovan û mirov wan perwerde nekin, li çolê dijmintiya hev nakin. Hê kewik çend rojî, mirov wan bi awayekî, ji dayîkên wan distînin. Ku karibin bav û dayîkên wan jî digirin dixwin.
Kewikan dixin rikehan heta kedî dibin. Ew kewik wisa xirab tên perwerdekirin ku xwedî, wan berde jî dîsa diçin dikevin rikehên xwe. Piştî ku mezin jî dibin, li gora xwesteka xwediyê xwe bi dengê xwe yê xweş qewmê xwe dixin davikan.
Li gundekî Cizîra Bohta kewekî nêçîrvanekî hebûye; çawa ku dibêjin kewekî pir jêhatî bûye, ti caran xwediyê wî bê kew ji nêçîrê venagere. Ewqas ev kew dijminê qewmê xwe bûye. Ji ber jêhatîbûna wî, serê her çend rojan axayê gundekî gazî xwediyê kew dike dibêje; kewê xwe ji min re bişîne ezê çend rojekî bibim nêçîrê.
Kew carekê fêr bûye ku qewmê xwe bixe davikan, çawa ji xwediyê xwe re nêçîrê dike wisa ji axayên herêmê re jî dike. Rojekê agihî digihe Mîr ku kewekî wisa jêhatî heye. Ji bo nêçîrê Mîr kew dide anîn; her roj ew û wezîrê xwe dibin nêçîrê. Keyfa wan pir jê re tê, ji ber wê pir baş xwedî dikin.
Rojekê Mîr dibihîze ku kewekî din jî wisa li gundekî din heye. Yekî dişîne wî jî dide anîn. Her du kewan bi hev re dibe nêçîrê. Ji ber ku her du kew jî pîr bûne piştî demêkê êdî nikarin pir bixwînin. Rojekê li nêçîrê ji rikehên xwe derdikevin şerê hev dikin. Yek yê din dide ber nikulan heta dikuje. Mîr pir hêrs dibe, bi yê sax mayî digire serê wî hildiqetîne. Li wezîr vedigere dibêje; pîr bûbû goştê wî nayê xwarin, weke din me têra xwe bi xêra wan kew girtin, êdî pêwîstiya me bi wan nîne.
Dîroka her du Kemalan jî weke çîroka her du kewan e. Paşnavê yekî Kiliçdaroglu ye, yê yekî Burkay e. Ew jî weke her du kewan hê kewik hatine girtin û di dibistanên weke rikehen de hatine kedîkirin, xwedîkirin û perwerdekirin.
Ew jî weke her du kewikan, her ku mezin dibin, her ku tên perwerdekirin hem ji eslê xwe dûr dikevin, hem dibin dijminê qewmê xwe. Çawa ku her roj axayekî ew kew ji xwe re dibirin nêçîrê û bi dengên xwe yên xweş qewmê xwe dixistin davikên dijmin, her du Kemal jî heman karî dikin.
Jixwe Kemalê pîr, her roj axayek dibe kanala televizyona xwe dide xwendin. Her çiqas dengê wî ne pir xwş be jî, heta ji destê wî tê dike qebeqeb li dijî Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd diaxive. Jixwe ew bi xwe jî dibêje ez helbestvan im, ango bûye kewekî baş. Heta ji destê wî tê Tevgera Azadiya Kurd xirab nîşan dide û pesnê hikumeta AKPê dide. Lê Kemalê pîr ji Kemalê din jîrtir e, lewre hem li ser çokê Kemalîstan mezin bûye, hem li ber destê Ewropiyan. Baş hatiye kedîkirin û baş dixwîne.
Lê di aliyekî de Kelamê din ji Kemalê pîr jîrtir e; lewre serokê partiyekî ye, her çenda dewlet ji bo ku bi riya wî Kurdên Elewî bêxe davikên xwe ji xwe re bi kar tîne, lê dibe ku ew jî çen hestiyên bigoşt bidinê. Lê gelo, wê Kemalê pîr çi bi destê xwe bixe. Wisa xuya dike aferimek jî têrê dike. Jixwe didanên wî nemane heta ku hestiyan bikoje.
Wisa xuya dike weke her du kewan wê dawiya her du Kemalan jî bi êş û jan be. Em hêvî dikin ti kes nekeve rewşa her du kew û her du Kemalan. Lewre di her du mînakan de jî ne rûmet heye ne şeref.
DIYAR BOHTÎ