* Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi çalakiyên xwe doza serbestkirina Ocalan dikin. Ciwanên Kurd li Parîs, Starasbourg û Berlînê çalakiyên îtaetnekirina sîvîl li dar xist û peyama, heta Ocalan serbest bibe, çalakiyên wan wê dewam bikin, dan.
* Kurdistaniyan ji saziyên navneteweyî yên weke CPT û ji raya giştî ya navneteweyî jî xwest, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan ew jî zend û bendan vemalin. Kurdistaniyan xasma ji CPT´yê xwest bi erka xwe rabe.
Kurdistanî û dostên wan û nexasim jî ciwan ji bo protestokirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û tavilê pêkhatina hevdîtina parêzer û malbatan bi Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê, çalakiyên xwe li Ewrûpayê bê navber dewam dikin. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarên Elmanyayê Koln û Stiuttgartê, li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarên Fransayê Marsîlya û Strasbourgê, li paytexta Swêdê Stockholmê çalakî hatin lidarxistin. Ciwanan jî nexasim çalakiyên îtaetnekirina sîvîl kirin.
Li Berlînê ciwanan meşeke xweber a bi meşaleyan organîze kir û wan xwest bi Rêber Apo re tavilê hevdîtinên parêzer û malbatê pêk werin.
Ciwan li semta Weddingê civiyan. Ji bilî sloganan, ciwanan bi fîşegên hewayî û mija rengî rêyek li çûnûhatinê girtin û meşiyan. Ciwanan bi sloganên xwe doza azadiya Ocalan kir. Ciwanan got, ew ê heta pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re çalakiyên xwe bênavber dewam bikin.
Polîsê Kolnê dîsa ji Erdogan re xebitî
Kurdistanî û dostên wan ên li Kolnê û derdora wê jî bi heman armancê çalakiyek li dar xist. Çalakiyê li meydana li ber Stasyona Navendî ya Trênan a bajêr dest pê kir. Polîsan nehişt ku çalakger posterên Ocalan hildin, lê girseyê jî çalakiya rûniştinê li dar xist û helwêsta polîsan jî rûreş kir.
Li bajarekî din ê Elmanyayê Stuttgartê, li Meydana Kobanê (fermê Schlossplatz) Kurdistanê hatin cem hev û doza serbestkirina Ocalan kir. Wan fikarên xwe li ser tenduristiya Ocalan de îfade kir û xwest tavilê hevdîtin bi Ocalan re pêk bê.
Xwepêşandêran got, tevî ku nûçeya şewata li Girava Îmraliyê hat belavkirin jî, hîna destûr nedane parêzeran ku Ocalan bibînin. Wan got, “Heta ku em nûçeyeke zelal a li ser Rêbertiya xwe wernegirin, em ê çalakiyên xwe ranewestînin.”
´Heta Rêber Apo serbest bibe´
Li Parîsê jî ciwanên Kurd li yek ji stasyonên trênê yên navendî Gare de l’Estê çalakiyekeke îtaetnekirina sivîl kir. Çalakî di çarçoveya pêngava Nehêle de çêbû. Ciwanan xwest parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û heyetên serbixwe biçin Îmraliyê û li ser rewşa Rêber Apo raya giştî bi awayekî dirust agahdar bikin. Ciwanan xwest raya giştî ya navneteweyî jî li dijî tecrîdkirina Ocalan êdî zend û bendan vemale. Wan da zanîn ku ew ê heta serbestkirina Rêber Apo çalakiyên xwe bênavber dewam bikin.
Xelkê elaqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da. Faşîstekî Tirk ê ku xwest êrişî çalakgeran bike jî bi destwerdana polîsê Fransî hat bêtesîrkirin.
Bi posterên Ocalan li meydanan bûn
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê bi sedan kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. Kurdistanî li meydana Canabiere civiyan û heta bi Walîtiya Marsîlyayê meşiyan. Çalakgeran azadî ji Rêber Apo re xwest û wan bi pankartên xwe ji CPT´yê jî xwest bi erka xwe rabe.
Ciwanên endamê TCŞ´yê li ser rêya çalakiyê posterê Ocalan bi piran ve kirin. Çalakgeran hem dilsoziya xwe ya bi Ocalan re îfade kir û hem jî Erdogan rûreş kir. Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) de hat gotin, çalakiyên wan heta şikandina tecrîdê wê dewam bikin.
Ciwanên Kurd li balefirgeha Strasboûrgê jî çalakiyeke îtaetnekirina sivîl kir. Ciwanan bi şîara ‘Destûrê nede tecrîdê’ çalakî li dar xist, posterên Rêber Apo jî hilgirtin.
Di çalakiyê de hate xwestin ku parêzerên Ocalan karibin biçin hevdîtinê û agahiyên zelal werin bidestxistin.
Li Stockholmê jî Kurdistanî û dostên wan li meydana Sergelstorgê hatin ba hev û ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Ocalan çalakî li dar xist.
NAVENDA NÛÇEYAN