Aldar Xelîl da zanîn ku Esad tu çareserî ji bo pirsgirêka Kurd nîşan ne daye û heger pirsgirêka Kurd çareser nebe ne mumkine pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe û got: ‘’ Ya rast ew e ku mafê gelê Kurd were misogerkirin, heger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin,wê ne mumkin be pirsgirêkên gelê Sûriyeyê jî were çareserkirin û Sûriyeyê bibe Suriyayek demokratîk. Rêjîma Baas tu gavên erênî ne avêtiye, tim serî li rêbazên şidet û tunekirinê daye, berê xwe daye kuştin, tundî û wêrankirina bajaran.’’
Xelîl, wiha pê de çû: ‘’Heger pêvajoyeke çareseriya demokratîk bihata wê daha baştir ba. Lê em dibînin di daxuyaniya Beşar Esad de behsa vegerandina nasnameya hemwelatiya Sûriyeyê ku beriya 50 salî ji Kurdan hatibû standin, yan çend saetên zimanê Kurdî ku di zaningehê de daye Kurdan. Wek ku qey Beşar Esad bi van tiştan pirsgirêka Kurd çareser kiriye.’’
Divê mafê Kurdan bê naskirin
Derbarê mafê gelê Kurd li Sûriyeyê Xelîl ev tişt anîn ziman: ‘’Pêwîst e ne tenê Beşar Esad, hemû kes mafê gelê Kurd nas bike. Gelê Kurd bi salan li ser vê xakê jiyan kiriye. me bi hevre bi salan jiyan kiriye, bi nasname yan bi dersek zimanê Kurdî pirsgirêka Kurd çarser nabe, gerek bizane ku li welat şoreşek heye . Em naxwezin ku şer di nav pêkhateyên vî welatî de derkeve. Em naxwazin şerê navxweyî derkeve û em ne terefdarê pevçûnan e. Em naxwezin ku erdnîgariya Sûriyeyê jî parçe bibe. Di heman demê de em dixwazin mafê gelê Kurd were qebûlkirin. Kurd mîna gelekî li ser xaka xwe were qebûlkirin û ew bi xwe xwe birêve bibe, em wê demê bawerbikin ku Sûriyeyê bibe Sûriyeke demokratîk.’’
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl derbarê hewldanên Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ku dixwaze gelê Sûriyeyê li dijî hev derkeve, ev tişt anî ziman: ‘’ El-Esad di daxuyaniya xwe de dixwaze şek û gumanan bîne ser tevgera Kurdî. Em van hewldanên wê rast nabînin, bi van hewldanên xwe dixaze fitne û tevliheviyê di nava beşê civaka Sûriyeyê, muxalefetê û tevgera Kurdî bi xwe de jî çêke. Em hewldanên wî wek lîstokekê dibînin. Em van hewldanan qebûl nakin û em ji her kesî re dibêjin pêwîst e rastiyên hene werin dîtin. Rastî ew e ku gelê Kurd xwedî mîraseke rêxistinêye, ji ber vê yekê gelê Kurd ne wek beşên din ên civaka Sûriyeyê ne. Gelê Kurd bêtir nêzî pêvajoyê bû, ev rastiyê dide nîşan ku gelê Kurd xwedî tecrubeye. Heger Beşar Esad dixwaze hewayekî bê baweriyê di nava muxalefetê de çêbike, gelê Kurd xwedî mîras e, xwedî şehîd e. Em ê tu carî qebûl nekin ku kes têkeve herêmên me, me li Helebê, Efrîn, Kobanê û Cezîrê jî ev şêwaz da meşandin û me pêk anî. Ji ber vê gerek li ser vê rastiyê nêzî doza Kurd bibe û doza Kurd biçûk negire dest.’’
Komkujî ne tenê bi çekan e
Li ser axaftina Esad ku dibêje me wek Tirkiyeyê komkujî li dijî Kurdan pêknaniye Xelîl wiha axivî: ‘’ Tiştekî pir ecêb e, Komkujî ne tenê bi çek û kîmyawî têne kirin, komkujiyî ji alî çandî û hebûnê jî pêk tên. Çima El-Esad xwe bi Sedam û Erdogan teşbîh dike, heta neha hebûna gelê Kurd ne hatiya qebûlkirin. Îradeya wî ne hatiye qebûlkirin, beriya çend rojan jî li Şêxmeqsud bi çekên kîmyawyî êrîşî sivîlan kir.’’
ANHA/QAMIŞLO
'Êrîşên hêzên rejîmê zêde dibin'
Hevserokê PYD'ê PYD’ê Salih Muslim ji ajansa nûçeya ya Reuters re axivî û di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê û qadên Sûriyeyê Kurd bi awayekî tund rastî êrîşên hêzên Esad tên.
Muslim da zanîn ku, di navbera Kurdan û hêzên li dij rejîmê de peymana ne êrîşkirinê hatiye îmzekirin û got, ev peyman bûye sedema êrîşên hêzên Esad û wiha got: “Piştî hevdîtinên aştiyê yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de rejîma Esad ji piştigiriya Enqereyê ya bo Kurdan nerehet bû û ket nava fikaran. Muslim ku ji bo konferansekê çibû Berlînê pirsên rojnamegerê Reutersê bersivand. Muslim destnîşan kir ku, tu alîkarî ji Tirkiyeyê negirtine û balkiaşnd ser komkujiyên li Heleb û Hesekê pêk hatine. Muslim wiha got: “Me di serî de li Şamê û herêmên din biryara ku em ne aliyên tu kesî ne girt. Polîtîkaya me ewe ku em xwe û herêmên xwe biparêzin.
Muslim di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, herêmên Kurd herêmên gelek dewlemendin û aşkera kir ku, ne tenê Esad, rêveberiyên pêşerojê jî dixwazin li vir bibin serdest û got: “ Niha li herêma Kurd ji 10 hezarî zêdetir hêzên YPG’ê hene.
Muslim anî ziman ku, Kurd tenê dema ku Artêşa Azad temînata Sûriyeyek demokratîk û layîk bide dê tevlî wan bibe, lê Artêşa Azad di nava xwe de Selefî û cîhadiyan diparêze.
BERLÎN