Di Roja Kobanê a Cihanê de stêrka UFC (sporeke şerî ya tevlîhev e) li DYE´yê Makwan Amirkhani (Makwan Emirxanî) hemawiyeke kesk, sor û zer hilda ku şervanên Kurd jî li xwe dikin. Di vê sporê de ku weke MMA (Hunerên Şerî yên Tevlîhev) tê nasîn, Makwan Emirxanî di sîkleta pirtik de ye. Wî ji MMA Junkie re di hevpeyvînekê de got, “Çawa mirov ji bîr bike, hela jixwe niha ku bi van tiştên li Sûrî diqewimin. Ez Kurd im, ji ber wê ev timî li bîra min e. Ez ê hîç ji bîr nekim ka ez ji ku têm.” Wî got, ew plan dike li ser rewşa Bakurê Sûrî û êrişa dagirker a Tirkiyeyê bipeyive.  Emirxanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Kirmaşanê ye, ew niha welatiyê Fînlandiyayê ye û li ser navê vî welatî maçên xwe dike.”

NEW YORK