Alî Tanriverdî diyar kir ku di şer de divê jin, zarok, kal û pîr bên parastin û nirxandina “Divê li Kurdistanê quralên Peymana Şer a Cenevreyê pêk bê” kir. Tanriverdî got ku ji bo ku ev pêkanînên li Kurdistanê di dadgehên nav neteweyî de wekî sucê mirovahiyê bê qebûlkirin ew ê wekî parazvanên mafê mirovan bikevin nava hewldanan.
‘ Ê tê jiyîn faşîzm e’
Tanriverdî wiha berdewam kir: “Dema ku em pêvajoyê digirin dest di dema 12’ê Îlonê ku gelek binpêkirin hebû jî pêkanînên derveyî mirovahiyê evqas nebûn. Heke hûn li bajar an jî navçeyekî 30 rojan qedexe îlan bikin û dema kesên ku derdikevin qetil bikin ev rasterast faşîzm e. Li forî Peymana Cenevreyê divê her du şer îlan bikin. Di şer de divê sivîl bên parastin. Li gorî hiqûqa aliyên ku şer dikin divê li dijî dîl, birîndar û kesên jiyana xwe ji dest didin rêz bû nîşandan.”
Tanriverdî bilev kir ku kesên ku van li Kurdistanê pêk tînin dê hem di sîstema neteweyî hem jî navneteweyî de di dadgehên sucên şer de bên darizandin.
DÎHA/MÊRSÎN