Şûn û şopa Şerê Cîhanê yê Duyem di helbesta Kurmancî de

17 Ocak 2021 Pazar - 12:05

  • Mirov ji hêla edebî ve lê bifikire Şerê Cîhanê yê Duyem herî zêde tesîr li nivîskarên Kurd ên Sovyetê kiriye. Jixwe Kurdan di vî şerî de wekî miletên dîtir di nav Ordiya Sor de şer kiriye, hin ji wan venegeriyane di şer de can dane, hin ji wan jî ji ber lehengiya xwe nîşana dewletê jî stendine. 

ÎBRAHÎM BULAK

Di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi milyonan insan mirin, bê cî û war man, gelek nivîskar û rewşenbîr mecbûr man terka welatê xwe bikin. Tesîra vê li ser wêjeyê jî çêbû ku miletên terefê şer bûn di wêjeya xwe de bi awayekî behsa vî şerî kirin. Di vî şerî de pişta nijadperest, faşîst û naziyan şikiya* û dinyaya wan texeyul dikir, pêk nehat. Piştî şer hêzên serdest nîzameke nû dan dinyayê. Di vî şerî de ji bo halê Kurdan, mirov dikare bi zimanê siyaseta îro bibêje, ne aktor ne jî faktor bûn. Piştî şerî tecrubeya Komara Kurdistanê ku paytexta wê Mehabad bû, çêbû lê vê jî zêde dewam nekir. Merama vê nivîsê ne ew e ku behsa vî şerî bike lê belê meqsed ew e, bê ka di metnên Kurmancî de bi çi awayî behsa vî şerî hatiye kirin.      

Celadet Bedirxan di kovara Hawar û Ronahî de bi hûrgilî behsa Şerê Cîhanê yê Duyem dike. Hawar berî ku şer biqewime, dest bi weşana xwe kiribû, lê Ronahî gedê vî şerî ye. Ji bo Ronahî ku rojnameyeke siyasî bû, dewleta Fransa jî alîkarî dida. Celadet, di Ronahî de hesabê xwendevanên xwe dikir, loma ji bo rehet fêhm bikin heta jê dihat bi zimanekî sivik û rewan behsa qewimînên siyasî, eskerî û dîplomatîk dikir. Heçku di nav civatê de rûniştibe û ji haziran re behsa şerî dike. Her wiha wî di nav ragihandina şerî re hewl daye li gorî termînolojiya eskerî û dîplomatîk peyvên nû jî çêke. Sermeselê, di nav metnê de jî dibêje, 'em bi Kurmancî jê re bêjin' yanê di ber re peyvan jî çêdike. (Ji bo çavkaniyeke berbiheve binêrin: II. Herba Cîhanê- Rewşa Dinyayê, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Weşanên Belkî, 2014)     

Dengê şer li ber guhê Celadet ket

Gava mirov li şert û mercên Kurdan ên hingî difikire, birra jî ragihandina qewimînên Şerê Cîhanê yê Duyem bi Kurmancî ne karekî hêsan bû, lê dîsa jî Celadet Bedirxan xwe daye ber vî karî, heqê vî karî daye. Ji bo têgihîştin û naskirina wan salan metnên Celadet ji bo xwendevanên Kurmancî îro jî çavkaniyeke hêja ye. Her wiha mirov dikare bêje bi vî şerî re termînolojiya Kurmancî ya eskerî kemiliye.     

Salên ku Hawar û Ronahî derdiketin, Sûrî di bin hîmaya dewleta Fransayê de bû. Bes piştî ku Parîs ji alî eskerên Hîtler ve hate dagirkirin û li Fransayê rejîma Vichy hate ragihandin, eskerên Fransayê jî bûn du beş. Alîkî rejîma Vichy ku hefsarê wê di destê Naziyan de bû û serokê vê rejîmê, General Peten (Philippe Pétain) bû, li aliyê din jî General Gaulle (Charles de Gaulle) û eskerên wî hebûn ku bi ti awayî hukimdariya Naziyan a li Fransayê qebûl nedikir. Hingî jî Sûriyê erdê Fransayê bû û eskerên Fransayê li vir hebûn, wekî gelek welatên din. Li Şamê di navbera eskerên General Peten û General Gaulle de jî şer diqewime ku Celadet Bedirxan hingî li Şamê bûye.   

'Elamdan'a Kamiran û xeberdana Trump

Ji xeynî Hawar û Ronahî her wiha Roja Nû ya ku Kamiran Ali Bedirxan derdixist jî bi hûrgilî behsa qewimînên şer dikir. Kamiran Ali Bedirxan ku dilxwazê 'Hevalbend’ê bû bi sernavê 'Em û Cihan' wiha dinivîsî: 'Kurdan ji bona azahî û serbestiya xwe, gelek xwîn rijandine û îro ko miletên dinyayê ên biçûk û mezin, ji bona serbestiya dinyayê şer dikin, fidakariyine mezin dikin û ji bona mezinahiya welatê xwe û rahetî û selametiya cihanê bi qiwetên zilm û zorkeriyê di şerî de ne, xebata hindik li kurdan mîna betalman tê. Lê kurd çi bikin, Nimînendeyên Hevalbenda xweş dizanin, kurda ji bona her fidakariyê hazir bûna xwe ji wan re elam dane.'' (Roja Nû, Hejmar: 15) 

Em nizanin ka haya dewletên Hevalbend ji vê 'elamdan’a Kamiran Alî Bedirxan çêbûye an jê razî bûne, bes em dizanin pêrar Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump gava li ser Rojavayê Kurdistanê êriş hebû, çaxê bersiv dida pirseke der barê vê êrişê de bi awayekî ecêb yekser bal kişandibû ser vê meselê û gotibû: ‘Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem de alîkariya me nekirin.’  

Qedrî Can û gera wî ya Mosko

Nivîskarên ji nifşê Hawarê di nav xwe de dibûn du beş, yek jê ku pêşengiya wê Celadet û Kamiran Bedirxan dikir alîgirê dewleta Ingîltere û Fransa bûn, nivîskarên wekî Qedrî Can, Cegerxwîn jî piştevaniya Yekîtiya Sovyetê dikirin ku jixwe wan di helbestên xwe de pesnê sîstema Sovyetê didan. Lê di şer de dewletên navbirî giş li alîkî bûn ku ji bo wan dihat gotin ‘Dewletên Hevalbend’. Her çiqas di şer de alîgiriya edîbên Kurdan beloq be jî mirov nikare bêje wan di helbestên xwe de gava Şerê Cîhanê yê Duyem hebû behsa vî şerî kiriye. Çend helbestên heyî jî ji şerî wêdetir dêhna xwe dane sîstema piştî şerî û encama wê. Her wekî di helbesta Qedrî Can 'Ez diçim Mosko' de di wan ristan de mirov rastî şopa Şerê Cîhanê yê Duyem tê:  'İnsanê wek melekan ../ Dil saf…/ Dev biken.. rû bi kenîn../ Nizanim çawan destên Naziyên ehmeq/ Li van digeriya..'' (Qedrî Can, Hemû Berhemên Wî, Weşanxaneya Belkî, 2009)

Peydabûna pasîfîzmê di helbestê de

Piştî şer di nav wêjeya Kurmancî de reha pasîfîst peyda dibe û helbestkarên Kurd li dijî şer ji her demê bêhtir dengê xwe derdixin. Helbesta 'Na' ya Fêrîkê Ûsiv jî nimûneyeke baş e bo dîtina pasîfîzma di nav helbesta Kurmancî de:

'Bira qûjîn zur’nê bê t’ek,
Gur’în defa qur’nê bê t’ek,
Ne ji t’op û sîlih’ û ç’ek,
Şer’ra dibêm, na!’ (Ji helbesta wî 'Na’, 20’ê Fêvralê [Sibat] sala 1966’a, Riya Teze)

Her wiha di helbestên Cîgerxwîn de jî mirov çav bi pasîfîzmê dikeve. 

‘Mebin wek Hêtler, em naxwazin şer’ (Ji helbesta wî Mîhrecana Berlînê) 

''Ez naxwazim şer 
Dîsa bê cîhan, 

Xwîn bê rijandin, 
Bêtir bi ziyan…’’ (Ji helbesta wî 'Ji Komîta Aşitîxwazên Swedêre', Cegerxwîn, Kîne Em, Pelê Sor Yayınları, 1991)

Bes divê mirov bi bîr bixe ku dijberiya şer a Cegerxwîn bi du pêwendiyan xwe dide der. Yek jê ji tecrubeya Şerê Cîhanê yê Duyem peyda bûye ya din jî tercîha mecbûrî ya Kurdan e ku serdestên wan dikin ku Kurd şer bikin lê esas tercîha şer ne bi dilê wan e.   

 

Afîşek  derheqa ‘Roja Altindarîê’ de,  ji rûpela Riya Teze (8’ê Mayê [Gulan] sala 1966’a)  li gel weneyê dinivîse: ‘Sibê roja altindarîêye’ 

 

‘Şerê Wetenîê' û 'Roja Altindarîê'

Mirov ji hêla edebî bifikire Şerê Cîhanê yê Duyem herî zêde tesîr li nivîskarên Kurd ên Sovyetê kiriye. Jixwe Kurdan di vî şerî de wekî miletên dîtir di nav Ordiya Sor de şer kiriye, hin ji wan venegeriyane di şer de can dane hin ji wan jî ji ber lehengiya xwe nîşana dewletê jî stendine. Yek ji wan Semend Siyabendov e ku li serê helbest hatine nivîsîn, kilam hatine çêkirin. (Binêrin helbesta Karlênê Çaçanî 'Semend Siyabendra' û helbesta Ûsivê Beko 'Xeleka Agirda' di kitêba Lîtêratûra-Bona dersxana 5-6, Casimê Celîl, Neşireta Lûys, Êrêvan, 1970) Tesîra vî şerî ne di warê wêjeya nivîskî de her wiha xwe di dengbêjiyê de jî daye der, dengbêjên ku em behsa wan dikin jî welatiyê Yekitiya Sovyetê bûn her wiha şahidê dewra xwe. (Derheqê vê de binêrin nivîsa Sedat Ulugana 'Sovyet Kürt Dengbêjliği ve 2. Dünya Savaşı', Dilop, Hejmar: 15)

Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji penceraya Sovyetê bi du têgehên sereke; 'Şerê Wetenîê' û 'Roja Altindarîê' şax berdaye nav wêjeya Kurmancî.  Çi helbest çi pexşan, çi pirtûkên dersê nivîskarên Kurd bi awayekî behsa ’Roja Altîndarîê’ û 'Şerê Wetenîê' kirine. Her wiha di her salvegera wê de rojnameya Riya Teze bi wêne, helbest û nivîsan vî şerî bi bîr anîye. 
        
Parantêzek seba Mîkaêlê Reşîd

Di helbesta Kurmancî de ez dibêm qey herî zêde Mîkaêlê Rêşîd behsa Şerê Cîhanê yê Duyem kiriye. (Ji bo helbestên wî binêrîn We’de-Pencere-Mitale, Mîkaêlê Reşîd, Weşanxaneya Belkî, 2019)  Wî bi xwe di nav refên Artêşa Sor de şer nekiriye, lê şahidî kiriye, dîtiye ku şer çendî xisar daye welatê lê, bi mirina insanan êşiyaye. Jixwe, hingî di nav Artêşa Sor de Kurdan jî şer kir, hinek mirin, hinek birîndar bûn, Sovyetê ji ber egîdiya wan nav û nîşan da hinekan. Mîkaêlê Reşîd gava şer diqede xortekî 20 salî ye, ne hewcê ye ku em li gorî tarîxa çêbûna wî û tarîxa dawîhatina şer hesabê bikin, jixwe ew di helbesta xwe ya 'Xilazbûna şer’ de dibêje: 

"Ez bîstsalî bûm,
Dinê da teze şer xilaz bibû."

Helbet di şer de dilê wî ji bo serketina Sovyetê lê da, jixwe serketina Sovyetê jî bi helbesta xwe ya ‘Bihara altindarîêʼ silav dike: 

"Rojeke xweş bû, rojeke sayî
Neheê gulanê, sala çilpênca,
Sal-silametî, dijî û heyî
Mîna vê roê, mîna van penca."

9ʼê Gulana 1945’an di dîroka Rûsyayê de 'Roja Serketinê’ ye, ew roj e ku Nazî bi temamî têk çûn, û dewleta Elmanyayê teslîm bû. Ger em behsa vê rojê li gorî vokabulara Kurmancî ya Sovyetan bêjin, navê wê  'Roja altindarîê’ ye. Mîkaêlê Reşîd gava navê 'Roja altindar' hiltîne, ji bîr nake ku bi saya serê eskerên Artêşa Sor bû 'Roja altindar', di helbesta xwe ya 'Hevalê şêrda', dibêje: 

"Dinêda dewsa lingê wan mane,
Mane mezelê wan lawê dilşêr,
Êd ku negihîştin roja altindar,
Lê rê vekirin bona wê rojê."

Wî dizanî, şer her çiqas li ser erdê qediya be jî, di ruhê mirovan de hê birîna wî nekewiyaye. Di helbesta xwe ya 'Şer’ (1973) de bi hostetî behsa wê birînê dike:

''Eva du roje ezman digirî.
Eva du roje
Roja havînê melûl û sare,
Jêr şîn, jor gewre,
Eva du roje serê min şile,
Eva du roje dilî ne dile,
Eva du roje, ku hevalê min
Dibê:- Birînê min dîsa dêşin,
Ku ji şer mane.

Eva sî sale, 
Birînê wîda hela hê şere.’’

Wî herî zêde di kitêba xwe ya Pencere de, behsa şop û şûnbirîna şerî dike. Li cem Mîkaêlê Reşîd 'pencere' metefora libendamayîna şerî ye, libendamayîna ku naxwaze hêviya xwe ji vegerê bibire. Di helbesta xwe ya 'Pencera dê' (1972) de ji çavê dayikê hisa libendamayînê şanî me dike: 

''Her pencerek 
We’de xweda xewra diçe,
Her pencerek
We’de xweda hişyar dibe,
Lê pencera dayka reben,
Ku tek kurekî wê hebû,
Lê ew jî çû şêrda canda,
Gelek şeva qe ranazê.’’

Belkî ji ber ku wî hingî şer û bela dîtiye di sedsala bîstan de carna melankolîk û bêhêvî dibe, hingî aciz dibêje "Nizanim qe kuda ez herim". 

Di Şerê Cihanê yê Duyem de gelek mal, avahî, bajar xera bûne, ew bi xwe bûye şahidê vê wêraniyê:

"Erd birîndar bû ji şer û de’wa,
Sîngê wî hezar dera qelaştin,
Û erd jî rokê hat ser hemdê xwe,
Got: Wexte dîsa xwe xweşkim, geşkim."

Piştî 30 salan jî ew hê jî ji bîr nake:

"Nizanim tu kuyî, lê ew qîrîna te,
Ku şeherê minda şeva lal şerjêkir,
Qirika minda maye û wê qîrînê ez
Sî sala zêdetir dixeniqim bêzar."

*Piraniya dewletên Ewrûpayê 8. Gulanê wekî 'Roja Rizgariyê' pîroz dikin. Li gel Sovyeta Berê  jî 9. Gulanê wekî 'Roja Serketinê’ an jî bi qewlê Kurdên Qefqasyayê 'Roja Altindarîê' tê pîrozkirin. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.