
Navçeya Sûr a Amedê ev 79 roj in di bin dorpêç û êrîşên komkujiyê yên hêzên dewletê de ye. Hêzên dewletê piştî Cizîrê niha li Sûrê amadekariya komkujiyek nû dike. Li Cizîrê di êrîşên komkujiyê de di 3 avahiyan de bi dehan kes bi rojan li benda rakirina nexweşxanê man û li gel hemû bangawazî û hewldanan jî bi awayek hovane hatin qetilkirni. Heya niha 145 cenazeyên ku nasnameyên gelek ji wan nehatine zelalkirin, ji jêrzemînên wehşetê hatin derxistin.
Hikûmeta AKP’ê ku li Cizîrê komkujiyek bi vî rengî kir, niha jî li Sûrê amadekariya komkujiyê dike. Li navçeyê di rojên dawî de êrîşên hêzên dewletê gelek giran bûne. Nûçegîhanê DÎHA’yê Mazlum Dolan ê ku ji roja destpêkê ya dorpêçê ve ye li Sûrê agahiyan digihîjîne raya giştî, di peyamên xwe yên dawî de da zanîn ku bi hewldana komkujiyê re rûbirû ne.
Nûçegîhanê me Dolan da zanîn ku li gel hin malbatan ji ber êrîşan xwe spartine jêrzemîna avahiyekê û bi komkujiyek weke Cizîrê re rûbirû ne.
Peyama ku Dolan ragihand ajansa me bi vî rengî ye: “Rewş nebaş e. Em di jêrzemîna avahiyek de ne. Ez li gel malbata me. Dibe di demek nêz de weke Cizîrê bibe. Pevçûn pir giran e. Cihên ku em lê ne tê bombebarankirin, bi tang û hawanan lê didin. Anonsên ‘Em ê ji hewayê li we din, we hemûyan bikujin” dikin. Li xwe baş binêrin. Ji hevalan re silavan.”
Berbazekî din mir
Li navçeya Amed Sûrê di şerê berbaz ê di şerê beriya 2 rojan de birîndar bûbû mir. Ji 3 leşkerên Tirk ên roja 16’ê Sibatê li navçeya Amed Sûrê birîndar bûn, berbaz (astsûbay) Mehmet Alî Dînç ê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê, mir. Tê gotin, rewşa her du leşkerên din ên birîndar, giran e. Li ser mijarê YPS’ê heta niha ti daxuyanî nedaye.
Rewşa dawî ya Hezexê
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Şirnexê ji pêr şev saet 23:00 û pê ve derketina derve lê ‘qedexe’ ye, li hemberî taxa Tûrgût Ozal topbaranê destpê kir. Topbaranê heta ber destê sibehê dewam kir. Doh saet di 11:00 de vê carê bi topan taxa Yenî Mahalle hat bombekirin. Danê nîvro trafoyên bingehîn ên navçeyê, ku li ser rêya Adîle Naşît a li taxa Tûrgût Ozal e, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin teqandin û eletkrîka li ser navçeyê hat birîn.
Tevî êrîşa bi topan, di heman demê de dewleta Tirk hejmareke zêde leşker, polîs û tank-topên xwe li navçeyê dicivîne. Heta niha 4 hezar tîmên tevgera taybet ên jenderme û polîsan anîn navçeyê. Her wiha 50 tank, gelek maşînên zirxî, qemyon, kepçe û maşînên bi tîpa kîrpî yên zirxî li nava navçeyê hatin bicihkirin. Li gundê Xirabe Şeref ê 2 kîlometre dûrî navçeyê ye, ku li vir jî derketina derve hatiye qedexekirin, gelek leşker hatin bicihkirin. Leşkerên li gund hatin bicihkirin, li nava malan digerin. Dibistana li gund, ji ber îhtimala leşker lê bi cih bibin, bi teqemeniyê berî çend rojan hatibû teqandin.
Parlamenterê berê yê HDP’e yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî ji vî gundî ye. Piştî ragihandina ‘qedexeyê’ Kaplan bi rêya twîtterê nerazîbûn nîşanî qedexeyê da.
AMED/ŞIRNEX
Li Sûrê çi tê veşartin?
Li Sûrê, dorpêç û terora dewleta tirk di roja 79’an de ye. Hêzên dewleta tirk nahêlin rojnamevger têkevin nav taxên ku qedexe lê nîne. Vê yekê jî pirsa “Gelo li Sûrê çi tê veşartin?” xist rojevê. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Amedê Alî Şîmşek û Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mûhterem Suren mijar nirxandin.
Şîmşek ragihand ku li taxên li Sûrê yên hedef tên girtin hînê gelek sivîl hene û anî ziman ku ev sivîlên malên xwe neterikandine, di bin bombebaranê de, di nav rewşeke bê av, bê ceyran de hewl dane bijîn. Şîmşek da zanîn, weke DBP’ê ji bo rakirina dorpêçiyê, rakirina cenazeyan û pêkanîna ewlekariya jiyana mirovan wan serî li wezaretên pêwendîdar, saziyên navneteweyî dane, ew hînê serî lê didin lê heta niha tu encam ji van hewldanên wan derneketine. Şîmşek diyar kir ku ragirtina cenazeyên 2 ciwanan 35 rojan li binê berfê û li naverastê, nêrîna dewletê nîşan did. Rêveberê ÎHD’a Amedê parêzer Mûhterem Suren da xuyakirin ku astengkirina hatina kedkarên çapemeniyê û heyetên serbixwe, hewldana ji bo nixumandina sûcên hêzên dewletê ye û wiha got: “Gelek caran li pêş çavên me sûcên giran ên mirovahiyê kirin. Ji meha tebaxê û vir ve gelek caran sivîl bûn hedefa hêzên ewlekariya dewletê. Hejmara mirovên sivîl ên hatine qetilkirin gihîştiye 300 kesî. Ev hejmareke gelekî mezin û tirsnak e.”Suren anî ziman ku hêzên ewlekariya dewletê naxwazin tu kes sûcên wan bibînin, bibihîzin û da zanîn ku bi astengkirina hatina çapemeniyê re dixwazin delîlên sûcên xwe ji holê rakin.
AMED