Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling dema daxuyanî dida bi destê polîsan hat kuştin. Di salvegera kuştinê de Elçî jia aliyê rêveberên Baroya Amedê ve hat bibîranîn. Lê destûr nehat dayîn ku bîranîn li Kolana Yenîkapi ya ku Elçî hate kuştin merasîm bê lidarxistin.  Li ser vê yekê li pêşiya kolana ku Elçî hatibû kuştin merasîm pêk hat. 

Hevjîna Elçî Turkan Elçî, parlamenterên CHP û HDP’ê, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl, gelek parêzer beşdar bûn. Ji ber tevlîbûna zêde kolan tijî bû. 

Di merasîmê de parkarta bi Kurdî û Tirkî “Em te ji bîr nakin” hate vekirin. 

Di merasîma ku dirûşma “Tahîr Elçî namire” hat berzkirin de di saet 10.53’yan de rêz hat girtin. Piştî axaftinê hevsera Elçî, Turkan Elçî û kesên pê re qurnefîl avêtin li ser birandaya ku cihê kuştina Elçî li pişt wî bû û wêneyên wî danîn. Di vê navberê de hin parêzeran jî qurnefîl avêtin kolana Mînareya Çarling. 

Piştî merasîmê parêzer û parlamenter jî di nav de bi sedan kes heta Baroya Amedê meşiyan. 


 AMED