Endamê Parlamena Eyaleta Berlînê yê Kurd Hakan Taş yek ji parastvanê mafên tevahiya bindest, mirovanên di dijwariyê de û zayendên di bin pêkutiyê de ye. Taş wek çalakvanekî aktîf ê meş û xwepêşandanên Kurdan e, ger li parlamenê û ger li kolanan her di nav keftûleftê de ye. Me bi Hakan Taş ku ji roveja Almanya û ya Tirkiye û Kurdistanê jî ji nêz ve haydar e, derbarê sala 2015 an û rojên pêş de gotûbêjekê lidar xist.


Em bi nirxandina sala 2015’an dest pê bikin. Li gorî Hakan Taş saleke çawa bû?

Li gorî min sala 2015 an beriya her tiştî wek saleke ji aştiyê dûr mora xwe li dîrokê da. Li tevahiya dinê nêzî 62 milyon mirov neçar man welatê xwe, axa xwe bihêlin û ji bo wareke ewle bibînin bi ser rê û firban ketin. Ev tengasî û arîşeya penaber û koçberan tevahiya dinê hate dîtin. Ew kes jî bi taybetî li gelek welatên Ewropaya Rojava wek deskeft û qazancekê nehatine qebûlkirin, nemaze wek pirsgirêk hatin dîtin. Di heman demê de sala 2015 an li gelek welatên Ewropayê wek sala bihêzbûn û pêşketina partiyên rastgir yên radîkal jî encam da, wan bêtir dengên xwe bilind kirin, karîn ku beşdarê gelek parlamentoyan bibin. Li gelek welatan desthilatên rastgir yên radîkal hatin ser kar, nimûneyên herî dawî Polonya û beriya wî jî Macarîstan e.


Li Almanya penaber û koçber di rojevê de bûn...

Di sala 2015 an de nêzî milyonek penaber ku piraniya wan ji welatên şer lê heyî hatin Almanyayê. Li Almanyayê mafê penaberiyê mafeke destûrî û bingehîn e. Ji ber vê jî niqaşa li ser vê babetê ne pêkan e. Her kesên hatîn dikarin serî lê bidin, ev tê nirxandin û li gorî rewşa wan kesan biryarekê tê wergirtin. Eger neyînî be, mirov dikare li dij derkeve û ew proses berdewam bike. Lê niha niqaş li ser vê babetê tê kirin; dixwazin wan mafan kin û kêm bikin. Ez jî vêya wek niqaşa li ser destûrê dinirxînim û ji bo Almanya ku mîna welatekî dergûşa demokrasiyê tê nasîn, wek bêtalihiyeke mezin dibînim. Herwisa bêtalihiyeke mezin jî ev e ku piştî Almanya Nazî niha ji bo partiyên faşîst û nijadperest bingeheke girîng jî amade dikin. Ji polîtîkayên şaş û wisa jî gel derbarê geşedanan de bi rastî nehat agahdarkirin, niha ev rastgiriya tundwer her diçe hêzdar dibe. 


Nêrînên te liser ku tevgera wek Pegîda dest pê kir û bi navên weke Legîda, Bergîda û hwd. berdewam kir, çi ne?

Li gel wan jî partiyeke rastgir a tundrew ya bi navê AFP’ê li gelek eyaletên Almanyayê hêza xwe zêde kir û tevli parlamentoyan bû, wisa jî her diçe ev pêşketina wan berdewam dike. Li gorî statîskên raya giştî wê bikarin li gelek eyaletan encamên di ser sedî 10 re bigirin û bi îhtimaleke mezin sala pêş me wê ev partiya nijadperest di Parlamentoya Federal de jî cih bigire. Eger em bi siyaseteke paqij, zelal û vekirî vêna ji gel re vebêjin û helbet rêbazên meşrû bikarbînin, emê bikarin rê li ber nijadperestan bigirin, nexwe wê nijadperestiya tundrew wek gornebaşekê destê xwe dirêjê qedera Almanya û wisa jî ya Ewropayê bike.


Ew dibêjin biyanî tên û mafê me kêmtir dibe. Gelo dibe ku ew jî mafdar bin?

Li gorî min ev ne mafdarî ye, îhtimal û rastiyeke wisa jî nîne. Hind pirsgirêk hene, wek nimûne, hejmara xaniyan ku mirov bikarin tê de bihewin kêm e. Li dibistanan hejmara mamosteyan ne têrbar e, rewşa dibistanan ne baş e, gelek dibistan divê ji nû ve werin lêkirin, di warê çûndinûhatina civakî de pir kêmasî hene û dewlet ev karna nake. Ya rast divê dewlet wan pirsgirêk û pêdiviyan bibîne û li gorî nêrîna siyasiyan çareser bike. Divêt jiyana gel rehetir, xweştir û paqijtir bike, bendewariyên gel bi cih bîne. Mixabin ev nayê kirin. Li aliyê din gava em lê dinêrin; li Almanyayê rêjeya bêkariyê her diçe kêmtir dibe, pêşketina aboriyê erênî tê nirxandin, li gel ku rewş ev e jî, pirsgirêkên sunî yên çêkirî diafirînin û raya giştî jî wisa areste dikin. Niha milyonek mirov hatine li dewsa ku ev di xaniyan de bên bicihkirin û xaniyên nû bên amadekirin, wan dibin di tesîsên sporê de bi cih dikin, niha li Berlînê dewletê dest daniye ser 49 tesîsên sporê. Ev jî tê vê wateyê ku gencên li wan deran spor dikirin, her çiqas demdemî be jî nikarin ji wan tesîsan sûdê wergirin. Her wisa bertek li ser penaberan kom dibe. 

Dewlet li şûna wan pirsgirêkan çareser bike, penaberan sedemên pirsgirêkan dide nîşan, ev şaş e. Hêvîdar im ku di piştî hilbijartina meha îlonê li Berlînê jî hikûmeteke cihê bê damezirandin ku bêtir dadwer û jiyana taybet ya mirovan li ber çavan bigire.


Wezîfeya rawestandina penaberan dane Tirkiyeyê. Ev çiqas pêkan e?

Tirkiye jî wek welatekî ewledar tê hejmartin û hewla wargehên nû yên bi ewle ji bo penaber lê bimînin tê dayîn. Almanya ji bo Tirkiye rê li ber penaberan bigire û nehêle derbasî van deran bibin, alîkariyeke zêde dike. Herwisa polîtîkayên şaş yên dewleta Tirk jî destek dike. Em baş dizanin ku Tirkiye jib o penaberan ne welatekî guncan e, li gel ku hikûmeteke dîn bi kar tîne heye jî, kesên ji welatên misilman tên di rewşên xerab de dijîn. Min li gelek deveran dît ku piraniya wan penaberan li benda fersendekê ne ku ji Tirkiyeyê birevin û derbasî welatên Ewropî bibin. Mafê jiyaneke mirovî nîne, xebat nîne, perwerde nîne. Karesat ew e ku gelek kesên ji şerê hundirîn yê li Kurdistanê direvin jî bi metodên cûrbicûr hewldidin xwe bigînine Ewropayê. Li gorî min divê li dewsa alîkariya aborî li ser Tirkiyeyê bisekinin û wê ji wan polîtîkayên şaş vegerînin. 


Gelo ev alîkariya aborî tê kontrolkirin?

Kontrolkirina vê alîkariyê ez dikarim bêjim ne pêkan e. Bi îhtimaleke mezin ew 3 milyar  euro jî wê di nav qutîkên pêlavan de li hinekan bên belavkirin. Dixwazin 4 navendan saz bikin ku li her cihê di navbera 2 hezar û 20 kesî de lê bihêwirin. Li gorî planê dive Tirkiye di nav demê de hind kesan wek welatî qebûl bike ku ez hizir dikim ew yên sunî ne, lê ev dê çiqas bi ser bikeve? Wê ev mirov bikarin mafên xebatê bigirin, ji ber ku gelek welatiyên Tirkiyê bi xwe jî bêkar in, cihê pirsê ye. Aliyê rastîn yê babetê ev e ku Ewropa çiqas jî alîkarî bike wê mirov bixwazin ji wir jî xelas bibin û derbasî welatekî Ewropayê bibin. 


Mirov di avan û riyan de dimirin, lê dîsa jî xwe li peravanb didin. Baş e care çi ye?

Çare ev e, divê welatên Ewropa mercên ku dibe sedemê reva wan mirovan di nav welatên wan de ji holê rake. Eger derfetên jiyaneke mirovane li wan deran hebe, şer, teror û bêedaletî nebe, kes ji welatê xwe dernakeve. Ne tenê welatên Ewropî, Amerîka, Rusya. Çîn û welatên din jî tevli vî karî bibin. Divê tekes hikûmetên antîdemokratîk û yên dibin sedemên aloziyan neyên destekkirin. 


Lê destek didin wan. Wek nimûne Erdogan bi aşkerayî got ku ew pergaleke mîna serokdewletiya Hîtler dixwaze lê ne ji Ewropayê û ne jî ji cîhanê bertekên cîdî derneketin. 

Li gorî min jî, Erdogan ji Hîtler ne cuda ye. Ji xwe gava em li dîrokê jî dinêrin komkujiyên li ser gelan ku Ermen, Elewî û yên din jî di nav de ne hatîn kirin dide nîşan ku Tirkiye ji Hîtler ne dûr e. Heta komkujiyên hatîn kirin beriya yên Almanan û yên dewletên din in. Mirov ji warên wan hatine qewitandin û koçberkirin. Belkî bi qasî Cihuyan nebe jî lê li Sêwasê û li deverên cûr bi cûr mirov jî hatine sotin. 


Gelo Angela Merkel rastiya dewleta Tirk nabîne?

Piştî ku birêz Merkel behsa alîkariya penaberan kir ku ev li gorî min jî rast bû, di nav partiya wê de û nemaze ji aliyê derdorên nijadperest ve bû encama tîrên rexneyî, wisa jî zextek li ser çêbû. Almanya di siyaseta Ewropayê de li gel Fransayê yek ji welatên diyarker e. Merkel dizane ku pêdiviya Almanyayê bi hêza kar û mirovan heye. Lê yên din dixwazin sînoreke banî li pêşiya vê hatinê bê danîn. Ev jî dibe sedemê bihêzbûna wan derdorên rastgir yên radîkal. Niha kontolên sînoran dest pê kirine, li Ewropayê geşta serbest wê rabe, ev jî li gorî min wê bibe dawiya yekîtiya Ewropayê, bi tenê yekîtiya diravî ya euroyê têrî vê nake.


Bakurê Kurdistanê teroreke dewletê ya li pêş çavên cîhanê li dar e. Hûn wek Partiya Çep a Alman di nava tevgereke çawa de ne?

Em bi hevalên li wê derê re û bi gelek saziyan re jî di nav têkiliyê de ne. Agahiya me heye. Rewş gelek trajîk e. Mirov bi qedera xwe re hatine hiştin. Ji ti welatî alîkariyeke berbiçav nayê kirin. Di çapameniyê de cih digire, lê di rojeva Ewropayê de pirtir penaber hene. Çavên xwe digirin. Dibêjin hûn dikarin bikujin, lê zêde nekujin. Em wek Partiya Çep vê pirsgirkê wek pirsgirêka xwe dibînin, divêt em bêtir kar bikin. 


Wisa diyar e ku AKP û Erdogan teslîmbûna Kurdan dixwazin. Gelo Kurd wê paşde gav bavêjin?

Ez bawer nakim û divê ev nebe jî. Mafên bidestketî şûnde nayên dayîn. Dil dixwaze ku mirov nemirin, maseya aştiyê ji nû ve saz bibe. Dinya jî vê destek bike. Kurd di encama têkoşîneke demdirêj û dijwar de gihiştine vê astê, wê çawa şûnde gav bavêjin. Ev ji mantiqê jî dûr e.


Li ser bertekên li dijî AKP ê û babeta akademîsyenan dîtinên te çi ne?

Akademîsyen bûn dengê wijdana Tirkiye û Kurdistanê, wisa jî bûn hedefa Erdogan, heqaret li wan hat kirin,  gelek ji wan hatin binçavkirin û girtin. Ji bilî daxwazên pîroz baş pê ve tiştek zêde negotin. Helbet divê çek bên rawestandin lê, çek yekalî nayên rawestandin. Ev du alî ye û divê mafên yên bindest bên naskirin. Eger ev nebe wê di siberojê de Tirkiye vegere rewşa Sûriyeyê û dewletên dinê dest deynin ser qedera wê. Hêvîdar im Tirkiye eqlî selîmê qebûl bike û nekeve rewşeke wisa ku bi sedhezaran mirov bên kuştin û karesatên dijwartir bên himatê. 


Niha rewşa partiya we Die Linkeyê çi ye?

Mixabin sala 2015 an ji bo Partiya Çep jî ne saleke serkeftî bû. Navekî girîng ê partiyê ku serokê koma meclîsê bû dest ji kar kişand. Gregor Gysî mirovekî naskirî û mêjiyeke baş a tevgera çep bû. Wisa jî sala 2016 an wê bibe sala lêgerîneke xwedîtinê ya Partiya Çep û dibe ku hin niqaşên neçê jî di nav de rûbidin. Derbarê rewş û hejmara penaberan de û ya alkariya herêmên şer de jî ev gengeşî li dar e. Wek hûn jî dizanin partiya çep partiya aştiyê ye û li dijî alîkariya çekan a ji bo Kurdistanê jî derdikeve. Ez jî di nav de çend kes hene ku daxwaza alîkariya çekan a ji bo Kurdan dikin, lê mixabin ev jî ne gelek hêzdar in. Divê partî di nav xwe de jî guherînên bingehîn pêkbîne, herî kêm bibe partiyeke hevparê desthilatê.



‘Bûyera Kolnê ne girêdayî penaberîyê ye’


Mixabin bûyerên wiha li her derê rûdidin. Li Taksîmê jî gelek caran çêdibe, li karnavalan, li festivala Oktoberê ya li Mûnîhê jî pir caran diqewime. Ev ne bi penaber an jî koçberan ve girêdayî ye. Divê hişmediya mêrî bê guhertin, ev perwerde bê dayîn û wisa jî hiqûqa cezayê jî bête sazkirin. Xala balkêş ev e ku li Kolnê polîs çima tedbîrên pêwîst negirtin? Li gorî min ev helwesta polîsan jî sedemeke wan bûyeran e. Kesên bi alkol ji bûyerên wisa re guncan in. 70-80 kes bi tohmet in, lê mina ku tevahiya mêrên li wê derê sûcdar in, hatin nîşandayîn. Ev hemû babeta perwerdehiyê ye. Eger bê xwestin riya çareseriyan her gav heye.


YEKO ARDIL/BERLÎN