Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Emerîkî David Taylor yê bi nasnavê Zafer Qereçox, li Emerîkayê bi merasîmek fermî hate veşartin.
Şervanê YPG’ê yê Emerîkî David Taylor bi nasnav Zafer Qereçox, di 16 Tîrmehê de, di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû. Cenazeyê wî 27’ê Tîrmehê, ji ser başûrê Kurdistanê re ber bi welatê wî Emerîkayê ve hatibû rêkirin. Ji bo Taylor, li eyaleta rojavayê Virginia, bajaroka Buckannonê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de, malbata Taylor, şaredarê bajêr Mavid McCauley, nûnerê sazîya gaziyên Emerîkî, leşkerên berê û Kurdistaniyên li Emerîkayê amade bûn. Ji ber ku Taylor leşkerekî berê ye Emerîkî bû, merasîm bi awayekî fermî hat li darxistin.
Di merasîmê de ya ku ji aliyê şaredar McCauley ve hat birêvebirin, nûnerê sazîya gaziyên Emerîkî, Taylor ‘wekî leşkerekî ku erka xwe ya parastina nirxên azadiyê bi cih aniye’ pênase kir.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû û li ser navê YPG-YPJ û QSD’ê ji malbata Taylor û gelê Emerîkayê re sersaxî xwest, soza şopandina rêya şehîdan dubare kir. Di dawiya merasîmê de, li gor merasîma oxirkirinê ya artêşa Emerîkayê rêz hat girtin û alaya Taylor radestî malbata wî hat kirin.
WASHINGTON