Împeretoriya xurt a Asûrê bi dewleta bajêr a piçûk Aşûrê dest bi dîroka xwe ya navdar kir ku li nav erdên Başûrê Kurdistanê yên roja me ya îro de ye. Ji beriya sedsala 14´an beriya mîladê heta bi sedsala 12´an beriya mîladê hukmê xwe dewam kir û hilweşiya. Lê belê di sedsala 10´an û 9´an beriya mîladê de împeretoriyê ji nû ve hêza xwe da ber xwe û ber bi dawiya sedsala 7´an beriya mîladê împeretorê wê yê mezin Aşûrbanîpalî erdekî ji rojhilatê Derya Spî heta bi Îranê kontrol kir. Dema mirov behsa vê împeretoriyê dikin bêhtir îşaret bi sedsala 9 heta sedsala 7´an beriya mîladê dikin ku lê hukmê wê herî berfireh û xurt bû. Îro hin kes tercîh dikin ji dewleta vê serdemê re bibêjin, Împeretoriya Neo-Asûrî.

Bi her halî melikên wan ji nêçîra kewan bêhtir hez ji nêçîra şêran dikir. Ya rastî sedemên vê yên girîngtir hebûn. Şêr ji bo şivan û gavanên Împeretoriya Asûrê tehlûkeyên herî mezin bûn. Şêr dinya bê nîzam û kovî temsîl dikir. Ji ber wê jî heta bi ser qesra bi îhtîşam a Aşûrbanîpal jî em neqşên nêçîra şêran dibînin.

MÛSIL