Qepûşkên ku li seranserê Kurdistanê bi navên cihê tên nasîn, xwedî bêhtirî hezar bin-cûreyî ne; hem li ser erdê û hem jî di deryayê de û di ava şîrîn de jî. Tiştekî em di biwara wan de dizanin ew e ku qepûşk radizên, lê ev raketina wan jî ne pirr yeke bi me nas e. 

Tiştekî din di heqê wan de ku hêja ye mirov behs bike ew e ku hem nêr û hem mê ne, lê ji bo ku hêkên wan berbigirin divê cot bibin.

Em li xewa wan vegerin, Gelek qepûşk bêhtirî 70 rojî radizên. Bi her halî daneyên ji lêkolîneke zanîngeha Toronto ya li Kanadayê, dewra xewa qepûşkan qet naşibe ya me. Dewra wan a xewê ji qederê du ta sê rojan xew û qederê 30 saetan hişariyê pêk tê.  Xewa wan li wan naherime, heger bi rengekî li derveyê dewra xwe bên şiyarkirin, dewra xwe normal dewam dikin.

Ji bilî vê dewra xewê, xewa zivistanê û havînê ya qepûçkan heye. Li deverên gelekî sar qepûşk zivistanan radizên. Li deverên gelekî germ jî havînan radizên. Hingê devê qaqilkê xwe jî bi tifeke ku hişk dibe digirin.

Di demên awarte ya nebûna xwarin yan jî sermaya zêde de, hin cûreyên qepûşkan dikarin heta bi sê salan jî razên. 


NAVENDA NÛÇEYAN