Di vê dema me de, yan jî bi zimanê Ewropayê di dema vê globalîzmê de tekiliyên di nava dewletan de hê qirêjtir û bi kirêtir bûne. Êdî bext, wîjdan, normên mirovahiyê, yan jî dada navnetewî bi her aliyê ve hatiye fetisandin. Mirov ji kîjan aliyê ve li rastiya vê demê dinêre, binêre, tenê bêbavtî, bêwîjdanî û têkiliyên gemarên genî dibîne. Di mijareya doza li dij ROJ TV ê û fîrmayên zatelîtan de ev gemarî bi zelalî derketin pêş.
Dema mirov li têkiliyên Firansa û Tirkiyê tenê binêre, vê qirêjiya zexel bê kêmasî dibîne. Sarkozî dikanîbû çend sal berê jî, mijareya kujeriya ermaniyan baniya parlementoyê, lê wî ew nekir, ji bo hilbijartinên serokkomarî ji vê demê re hîşt. Ango komkujiyên li ser gelên belengaz û bindest jî dikin bazara têkiliyên qirêj.
Dema Fransayê yasaya kujêriya ermeniyan anî parlementoyê Erdogan û AKPeya wî çawa ku di navbera wan û Firansayê de tu peyman tunebe, bi awayekî sextekarî , têcirê dîn û nijadî hestên nijadperestî, ya li Tirkiyê ev nod sal in, hatiye çandin, careke din bi barûta şovenîzm, pesn û geflêxwarinan gur kir û mêjiyên devşîrme rakir ser piyan.
Ji bo çi wan ew mirovên wek keriyên pez ku Aziz Nesin ji sedî heştêyê wan wek gêj û bomik destnîşankiribû, bi gefên nijadperestî tiz kir? Armanca wan çi bû? Bawer dikim rastiya vê mijarê gelek baş tê têgihîştin û pêdivî bi tu şiroveyî tune.
Dîsa jî gelo rastî çi bû?
Bi vê helwesta gef li Firansayê xwarin, wekî beqan gep werimandinê, rastiyekê bi zanistî ji raya giştî dihat veşartin. Alavêre dalavêreyeke zexel li ser dikê bû. Di navbera Fransa û Tirkiyê de bazareke gelek xiniz hebû û ew gihîştibû encamê. Dê Fransayê di gava yekemîn de ev yasaya kujeriyê baniya meclîsê,
Erdogan û garana wî jî, hem bi tizkirina hestên nijadperestî komên mirovan bi xwe ve girêda, hem jî, wekî dîkên li ser sergoyan pesna xwe bidana. Çawa ku wisa mezin bin, dikaribin li cihanê jî gef bixwin!
Li pey jî dê serok-komarê firansayê bi destê Eutelsat ê ekranên ROJ TV tarî bikira. Ev mizginiya ragihanda Tirkiyê. Bi vî awayî çawa ku daxwaziya Erdogan bi cîh hatibe, ew di vî şerî de bi ser ketibe, wisa tansiyona li Tirkiyê bihata daxistin.
Li hemberê vê jî Firansayê; yek, ji ber hilbijartinên serok-komariyê dê Sarkozî ew yasaya kujeriya ermeniyan di parlamentoyê re derbazkira. Ya duyem jî; dê fîrmaya dewletê Fransayê „Gemalto“ îhaleya çipsên bergê pasaportên di bin navê rêze ya ‘Infineon SLE 66 de û çapkirina pirtûkoka pasaportan wergirta. Ev îhale di 22. 12. 2011 de vebûbû û di 12.1.2012 de gihîşt encamê. Hêjayê gotinê ye ku sermaya vê fîrmayê ji sedî 49 di bin perê serokê komara Fransayê de ye.
Her çendî nivisên wiha* Di çapemeniya tirk de jî derketin, lê bala tu kesî nekişand. Mixabin ku ev mijara bêbext di çapemeniya Kurd de jî nekete rojevê. Rûçikên van têkiliyên qirêj ji ber bala giştî wenda bû.
Her çendî çend saetan li pey ku Eutelsatê weşana ROJ TV birî, Sarkozî bi dilxweşî ji Erdogan re nivisî û mizginiya birîna dengê ROJ TV da jî, li ser vê mijareyê kûrbûn pêknehat û ev têkiliyên qirêj bi awayekî têr nehatin deşîfre kirin.
Ev bazirganiya dij mirovî û dij dadî, ya di navbera Fransa û Tirkiyê de ne tişteke nû ye. Baş tê zanîn ku ev çend sal in, di cihê Almanyê de Fransa bi hêzên xwe yên qaşo ewlekariyê êrişên sazîyên Kurdistanî dike, welatparêzan digirin bin çav û di dadgehên xwe de, ji dada navnetewî dûr Kurdan didarizîne. Hîna çend roj berê jî, hin xortên Kurd girtin û avêtin zîndanê. Jixwe tê zanîn ku di peymana Lozanê de jî, Fransa aliyekê bû û di parçekirina Kurdistanê de roleke gelek mezin lîstibû. Wê demê başûrêrojavayê Kurdistanê kitibû bin destê Fransayê. Li ser têkiliyên qirêjên tê de Kurdistan dihate bazarkiein, Fransayê eyaleta Klikyayê (Antakyayê) dabû Tirkiyê.
Disa bi destê Danska Bank rawestana hesabên Roj TV, he di destpêkê de bi hêla Intelsatê ve rawestana weşanên Roj TV jî, bi têkiliyên bi Zirbabê Erdogan û Fetullah Amêrîkayê ve pêkahtibû. Di bingehê xwe de ev têkiliyên qirêj zirara herî mezin dide Tirkiyê û gelê tirk. Lê girseyên di bin îpnotizma sentêza tirk-îslam de hatine fetisandin, nikanin van rastiyan û rastiya têcirên dîn bibînin.
Em hêvî dikin ku gelê Kurd bikane van têkiliyên bêbext baş têbigihîje, bi tekoşîn, bi rik û berxwedaneke tund hemû dek û dolabên faşîzma kesk û bêbextiya têkiliyên qirêj vala derxe.
*Çavkanî http://www.internethaber.com/fransa-senatosu-inkar-yasasi-turkiye-elektronik-pasaport-projesi—397820h.htm#ixzz1kgS181vg
Tekiliyên qirêj û têcirên dîn