Esnafên ku li bajar sobefiroşiyê dikin wan jî para xwe jê vê zerarê girt. Bi salane ku kolana sobefiroşan pîşetiya sobeyan tê kirin, wek salê berê esnafên sobefiroşiyê dikin ji karê xwe ne kêfxweş in. Li gorî tê zanîn wek berê ku li hemû heremê li tevahiya malan û kargehen sobeyên êzingan dihatin bi kar anîn. Li herêma Serhedê ji ber ku zivistan pir dijwar derbas dibe hêj çand û pîşeya sobeyên komir û êzingan têk neçûye. Lê pêşketina teknolojiyê û berhemên klîma, sobeyên ceryanê, gaza xwezayî û kalorîferan bandarek mezin li ser çêkiiriye. Esnafên ku sobeyan ji sacê çêdikin, li gel sobeyan depoyên avê, manqir û semaweran jî çê dikin. Li gel firotina sobeyan, tamîrvaniyê jî dikin.
Sobefiroş û hosteyê sobeyan Nîhat Atacan, diyar kir ku 46 salin sobeyan çêdikin û ew her çiqas ji karê xwe ne kêfxweş bin jî bi sobeçêkirinê re di xizmeta welatiyan daye. Atacan, da zanîn ku sobeyên sac, manqir, sobê serşok û depoyên avê çê dikim u wiha got: "Em bi xwe hilberîna wan dikin. Li gel berhemên teknolojiyê pêş ketiye jî dîsa karê me xweş û baş e. Lê wek berê êdî ew qîmeta vî karî nemaye.” Atacan, anî ziman ku piştî li Wanê 2 erdhejên mezin pêk hatin wekî hemû eznafan wan jî zerarek mezin dît û hêvî dikin ku êdî erdhej bi dawî bibin. Atacan, destnîşan kir ku bi derketina alavên ceryaanê re pîşeya wan têk çû û wiha axivî: “Niha karê me li ser pişta welatiyên feqîr maye. Bi piraniya kiryarên me girseya xizan e. Sobeyan ji me bi 60-70 TL’yan dikirin. Zivistana xwe bi sobeyên sac derbas dikin. Kesê ku sobeyên me distîne, bi piranî sotemeniya xwe bi sergîn, kerme, êzing û komirê dikin. Sobeyên ceryanê buha bûne. Welatî nikarin bikirin. Îsal tenê avantajeka me çê bû. Ew jî ji ber erdhej pêkhat welatî neçar man ku di konan de bijîn. Ji ber vê yekê karê me îsal henek baş bû. Zêde sobe hatin firotin. Vegera welitayan a Wanê karê me baştir kiriye."
Atacan, destnîşan kir ku pergala gaza xwezayî li pêş pîşeya wan bû asteng û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hin rojan 50, 100 û 150 TL qezanca me çê dibe. Hin rojan jî qet firotina wan çênabe. Em ji serê sibê heta êvarî dixebitin. Em di nava şert û mercên pir xerab de dixebitin. Herî zêde welatiyên xizan û gundî tên sobeyan dikirin.
BÎLAL GULDEM - DÎHA/WAN