Nivîskar Qoserî ragihand ku sedema nivîsandina pirtûkê bi zimanê Swêdî ew e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û komkujiyên bi serê gelê Kurd de hatî, ji ciwanên Kurdan, Swêdiyan û koçberên din ên li dîasporayê re vebêje. 

 Di pirtûka Qoserî de mijarên wekî komkujî, înfaz û windakirinên di binê çavan de ên salên 90'î yên li Kurdistanê jî tên nirxandin.


Ji bo Kobanê 2 hezar pirtûk 

Nivîskar da zanîn ku wî hemû hatineyên pirtûkê ji Rojava re şandine û hatineyên 2 hezar pirtûkan jî ji bo tevkariyê li xebatên avakirina Kobanê bike, radestî rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê kiriye.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM