Mehmet Ocalan: Divê gelê Kurd demildest rabe ser piyan. Eger ev yek îro çênebe wê sibê pirr bi dereng be. Em kor, kerr û lal kirin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Bi xwe, ji bo vê yekê berdêl çi dibe bila bibe, amade me ku bidim.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, daxwaza têkoşîneke bênavber kir û xwest herkes zend û bendan bade.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî bêhiqûqiya li Îmraliyê li dijî Ocalan tê kirin axivî.
Mehmet Ocalan, têkildarî rejîma tecrîda li Îmraliyê nirxandinên girîng kir û got, hincetên redkirina miracaetên wan yên ji bo hevdîtina bi Ocalan re ne rast in. Ocalan di dewama axaftina xwede dibêje, “Li Îmraliyê pêkanînên ku ji şert û mercên tecrîdê wirdetir hene. Ev rewş bi ti awayî nayên qebûlkirin û divê pêşî gelê Kurd û bi giştî jî gelên Rojhilata Navîn hemû ji bo jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê bênavber têbikoşin.”
Pêdivî bi Ocalan heye
Ocalan, diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk hene û ji van pirsgirêkan a herî girîng jî doza Kurdan e û got, “Ji bo çareserkirina vê dozê heger dilê hêzên serdest hebe, nexwe divê rêyên hevdîtinê yên bi Ocalan re bên vekirin. Tenê Ocalan dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo Ocalan rola xwe bilîze, divê şert û merc bên başkirin.”
Hêviya xelkê li Îmraliyê ye
Ocalan, destnîşan kir ku guh, çav û dilê gelê Kurd li Îmraliyê ye û got, “Êdî gel li benda gotineke li wir in. Her diçe ev hêviya gel jî tune dibe. Tunebûyîna hêviya gel tê wateya ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi rêyeke ve diçin ku vegera jê nebe.”
Demildest rabin ser piyan
Ocalan herî dawî got, divê siyasetvanên Kurd û gelê Kurd ji bo jiholêrakirina tecrîda li dijî Rêberê xwe bi xurtî hewl bidin û divê siyasetvan bêhtir siyaseta xwe têkildarî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê bikin. Ocalan, bilêv kir ku bi ti awayî nayê qebûlkirin ku Ocalan derî rojevê bê hiştin û got, “Divê gelê Kurd demildest rabe ser piyan. Eger ev yek îro çênebe wê sibê pirr bi dereng be. Em kor, kerr û lal kirin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Bi xwe, ji bo vê yekê berdêl çi dibe bila bibe, amade me ku bidim. Divê ti kes ji berdêldayînê netirse û heta tecrîda li Îmraliyê ji holê ranebe, divê bênavber têkoşîn hebe.”
MA/RIHA