Rihan Uluk, ji ber ku malbata wê gelek xizan bû, wê di temenê xwe yê biçûk de debara malbatê kir. Bi boneya vê jî nekarî biçe dibistanê. Ev jî her tim ji bo wê bû derd. Piştî koça Amedê, malbatê piştre jî koçî Îzmîrê kir û bi vî avayî daxwaza wê ya xwendinê jî bû xewn. Uluk a 50 salî di nava demê de zarokên xwe şand dibistanê û zarokên wê dûrê zimanê zikmakî di nava pişavtinê de hînê Tirkî bûn. Li gel ku zarokên wê li dibistanê hînê Tirkî bûn Uruk, jî bi neçarî bi zarokên xwe re Tirkî diaxivî.
Dawiya dawî vegeriya Amedê
Piştî çend salan Uluk, li Îzmîrê nekarî zêde jiyana xwe bidomîne û bi 7 zarokên xwe re 3 sal beriya niha vegeriya Amedê. Piştî vegera Amedê, Uluk hewl da ku cardin Kurdî hînî zarokên xwe û ji bo vê li kursa KURDÎ DER’ê qeyda xwe çêkir.
Uluk, ku li navçeya Peyasê rûdinê, diyar kir ku lazime hemû kes hesasiyetê nîşanê zimanê Kurdî bide û wiha axivî: “kesê ku bi zimanê xwe nexwîne û nenivîse gelek tişt di jiyana wî de kême. Em niha li welatê xwe bi zimanek biyanî diaxivin. Lê ez êdî dixwazim bi zimanê xwe biaxivim. Ez hewl didim, Kurdî biawivim û binivsim. Her wiha ez bang li hemû kesî jî dikim ku bi Kurdî biaxivin.”
Uluk, ji ber ku gelek dixwaze fêrî Kurdî bibe, di vî warî de qet zehmetiyê nakişîne. Uluk, ev tişt gotin: “Min xwendin û nivîsin li vir di 50 saliya xwe de bi zimanê xwe ê zikmakî hîn bûm. Ji ber vê ez gelek dilşadim. Pêşiyê min hinek zehmetî kişand lê niha ez tam hîn bûme. Ev hîsekî gelek bê hempa ye.”
Uluk, li gel ku zarokên wê li dibistanê hînî Tirkî bûne û nikarin Kurdî biaxivin niha hewl dide li malê Kurdî hînê zarokên xwe jî bike. Uluk, bi boneya vê li malê her tim bi zarokên xwe re Kurdî diaxive.
DÎHA/AMED