EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO
Hunermend Mihemed Şêxo weke doh beriya bi 31 salan wefat kiribû, Ew sala 1948’an li gundê Xecukê yê başûr rojavayê bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Di hemêza malbateke ku ji 14 kesî de tevî 5 bira û 6 xwişkan. Mihemed Şêxo kurê herî mezin e. Dilê wî dikeve xwendekara xwe ya bi navê Nesrîn Hisên Melek, heta digihêje asta eşqê. Ji ber wê jê re strana `Nesrîn` dibêje. Piştre pê re dizewice û 4 zarokên wan çêdibin ên bi navê Felek, Ibrahîm, Birûsk û Bêkes.
Mihemed Şêxo dibistana Asta seretayî li gundê xwe Xecukê dixwîne, dibistana navîn jî li bajarê Qamişlo temam dike. Xwişka wî Amşe Şêxo dibêje, “Ji ber ku li ser asta dibistanê serketî bû, Mihemed Şêxo pênûsa zêrîn wergirt.”
Li gorî gotinên hevalê wî yê hunermend Said Ferso ruxmî ku di dibistanê de serketî bû, ji ber hezkirina jenîna Bizqê xwendina xwe temam nekir.
Sala 1965`an çavên Mihemed Şêxo lewaz dibin, li ser wê ji erka leşkeriya neçarî ya rêveberiya dewleta Sûriyê efû dibe.
Mihemed Şêxo êş û azarên welêt di stranên xwe de rave kirin. Wek hunermendê xizanan hate naskirin. Hunermendê eşq û evînê. Hunermendê Kurdistanê û xizmetkarê doza gelê Kurd. Şêxo di stranên xwe de bal bire ser azarên gel ên li herçar parçeyên Kurdistanê.
Xwişka wî Amşe Şêxo ya 70 salî niha li gundê Temuye yê nêzî bajarê Qamişlo dimîne. Amşe dibêje, “Dema Mihemed Şêxo ciwan bû dest bi rêwîtiya hunerî kir. Bizq ji galonên zeytê, text û tayên ji dûvê hespan çêdikir.”
Koçberiyeke daimî
Mihemed Şêxo ji ber zextên dewleta Baesê, gelek caran penaber dibe. Sala 1970`yî berê xwe dide Beyrûtê û li wir 4 salan dimîne. Di wê demê de gelek şahî û şevbuhêrkên hunerî lidar dixe. Her wiha gelek hunermendên Ereb ên navdar ên mîna Fêroz, Wadîi El-Safî û Semîre Tewfîq nas dike.
Di salên ku li Lubnanê dimîne de, Mihemed Şêxo du caran diçe Iraqê û li wir hinek stranên xwe di radyoya Bexdayê ya beşa Kurdî de tomar dike. Li wir gelek hunermendên Kurd mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arİf Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Di serdana duyem de sala 1973`yan de bi Mele Mistefa Barzanî re dicive.
Sala 1974`an li Sûriyê yekemîn albuma xwe li Şamê tomar dike. Lê ji ber ku navarokên stranên wî neteweyî bûn, rastî zextên rejîma Baesê tê.
Humermend Said Ferso yê ku Mihemed Şêxo bandor lê kiriye, niha di dikana xwe de ya bi navê `Dîlan` de bi amûrên muzîkê kar dike. Ferzo dibêje, “Wê demê hejmara hunermendan kêm bûn, hingê, bi taybet piştî salên 90’î, Kurdekî nikarî peyveke bi Kurdî bigota. Hunermend Mihemed Şêxo ji ber stranên xwe rastî zextên rejîma Baesê hat. Bi xwe ne girêdayî kesekî bû. Tenê dixwest bibe dengê civaka xwe.”
Di sala 1974`an de ji ber tengaviyên rejîma Baas Mihemed Şêxo neçar dimîne berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Li wir tev li refên pêşmerge bûye, yên ku li dijî pergala Iraqê serî hilda bûn.
Ey felke û Rojhilatê Kurdistanê
Piştî aşbetalê, 6`ê Adara 1975`an, Mihemed Şêxo diçe Mahabadê rojhilatê Kurdistanê û albuma xwe ya duyemîn tomar dike. Ji girîngtirîn berhemên wê albumê strana `Ey Felek` e. Îran jî ji Mihemed Şêxo dixwaze ku dest ji stranan berde û ew sirgûnî nêzî deryaya Hezarê kir. Li wir fêrî zimanê Farisî dibe. Li wir Mihemed Şêxo li dibistanê sersa Erebî da. Û dil kete xwendkara xwe ya bi navê Nesrîn Hisên Melek, keça fermandarekî pêşmergayên komara Mahabadê û pê re zewicî. Lê zextan ew ji wir jî kir der û ew tevî malbata xwe 1983´yan vegeriya Qamişlo.
Xwişka wî Amşe dibêje, “Min alîkariya wî dikir û min ew nêzî salekê li gund veşart. Rojekê dewriyek ewlehiya siyasî ya rêveberiya dewleta Sûriyê bi ser mala min de girt. Mihemed Şêxo bi lez çû ser banê malê û xwe di nav turikên tenî de veşart, ji ber wê kesekî ew nedît.”
Girtin, êşkence û wefat
Amşe diyar kir ku Mihemed Şêxo gelek caran ji hêla rêveberiya dewleta Sûriyê ve hatiye girtin û dibêje, “Carekê li girtîgeha Hesekê hate girtin. Li wir heya 15 rojan êşkence lê kirin. Jê xwestin dev ji stran û huner berde. Lê wî biryara xwe dabû û got; çi dixwazin bikin lê ez dev jê bernadim.” Said Ferso dibêje, “Mihemed Şêxo di stranên xwe de banga azadiyê dikir. Stranên mîna `Azade şêrîn`, `Ay lê gulê` û strana ji bo Mazlûm Dogan ji van in.” Di 6`ê Adara 1989`an de Mihemed Şêxo piştî derketina ji girtîgehên Baes dilê wî sekinî. Ew sibeha 9`ê Adarê li nexweşxaneyê wefat dike. Wî li pey xwe mîrasek hunerî ji 120 stranan hişt. Rêveberiya Xweser li ser navê wî gelek çalakiyên hunerî li dar dixe û Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya li qamişloyî jî navê wî nemir dike.