Piştî ku deriyê sînor ê Serêkaniya ser û bin xetê di 16-17'ê Tîrmehê de ket destê YPG'ê ji TÎGEM a Serêkaniya ser xetê 2 deriyên demî hatine vekirin ku çete derbasî bajarokê Til Xelefê bibin.  Ji bo rêxistinên Dewleta Iraq-Şam û Eniya El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê ku ji meha Tîrmehê û vir ve êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Kobanê, Çil Axa, Girkê Legê, Til Koçer û Til Xelef dikin, ji Hikûmeta AKP'ê di warê leşkerî, dîplomatîk û madî de her alîkariyê digirin. Ji çeteyan re alîkariya çek, xwarin û muhîmmatan tê kirin.

Ji bilî alîkariyên ji deriyên sînor ên Hatay, Kîlîs, Pirsûs û Kaniya Xezalan, alîkariya herî mezin ji TÎGEM a li Serêkaniyê tê kirin, ku ji sala 1950 û vir ve Çiftlika herî mezin a dewletê ya hilberînê ye û li ser xeta Serêkaniya ser xetê-Kaniya Xezalane û xwedî 110 kîlometre sînorê bi Rojava re ye.
Li ser erdê kargehê, bi 4 kamerayên li ser dîrekê 50 metre bilind, 5 kamerayên li ser dîrekê 20 metre û 10 kamerayên li ser dîrekê 15 metre bilind TÎGEM a Serêkaniyê 24 saetan tê şopandin. Çavkaniyên herêmî agahî dan ANF'ê û destnîşan kirin ku eger ji hefteya dawî ya meha Tîrmehê û vir ve qeydên van kamerayan bê lêkolînkirin, dê alîkariya çek û muhîmmatan a ji bo çeteyan kifş bibe.  Hikûmeta ku heta nava meha Tîrmehê ji deriyê sînor ê Serêkaniyê her şêweyên alîkariyê pêşkêşî çeteyan dikir, piştî deriyê sînor di 16-17'ê Tîrmehê de ket destê YPG'ê ev derî bi temamî hat girtin.

Du deriyên ne qanûnî hatin vekirin  

Bi girtina deriyê sînor re, ji bo têkçûna bajarokê Til Xelef ê ji bo çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê xwedî girîngiyeke stratejîkê bê astengkirin, li TÎGEM a Serêkaniyê 2 deriyê cuda hatin vekirin ku çete tê derbasî Til Xelef dibin.
Yek ji van deriyan, li ser pira pêşberî Til Xelefê ya li ser Çemê Xabûrê hat vekirin ku 3 km dûrî deriyê sînor e. Yê din jî ji nava çiftlika hilberînê ya li navbera Serêkaniya ser xetê-Kaniya Xezalan hat vekirin. Bajarokê Til Xelefê ku 2 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye, ji aliyê endamên komên çete yên Efgan, Çeçen, Tirk, Qatar û Misrî ve weke biryargehekê tê bikaranîn.
Têkçûna çeteyan li Til Xelefê ji bo Kurdan tê wateya; vebûna rêya Girê Spî û Kobanê, lewma ji bo çeteyên li vê derê ji meha Tîrmehê û vir ve alîkariyeke xurt a çete, çek û muhîmmatan ji Tirkiyê ve tê kirin.
Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên herêmî wergirt, endamên çete ji du deriyên seyyar ên li nava TÎGEM a Serêkaniyê alîkariyê digirin û ji gundên Zengînova, Akçakoy û Kepezlî yên navbera Serêkaniyê-Kaniya Xezalan bi awayekî dij qanûnî ketin û derketina ji sînor tê kirin.
Bi heman rengî li gundên Madem û Aşagodûrûklû yên Serêkaniyê-Dirbêsiyê ku Ereb lê dijîn, çekdar derbasî Rojava dibin.
Her şêweyên alîkariyê û rakirina birîndaran, bi binpêkirina huqûqa neteweyî û navneteweyî li van her du deriyan tê kirin. Alîkariyeke bi heman rengî li du gundên Ereb ên navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê tên kirin. Biryargeha navendî ya kombûna endamên çete jî Tesîsên Bêhnvedanê yên Suleyman Şah ê Navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya li nava TÎGEM'ê ye.

Birîndaran derbas dikin  

Di şerê 2-3'ê Îlonê de herî kêm 14 çeteyên di operasyona YPG'ê ya li Til Xelefê de birîndar bûbûn ji vê derê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Kaniya Xezalan, Nexweşxaneya Balikligol a Rihayê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. Hat hînbûn nêzî 40 çete yên di pevçûnên li Girê Spî û Til Xelefê de birîndar bûn li van herdu nexweşxaneyan tên dermankirin û yên li gel wan jî endamên El Nûsra ne. 

RIHA