Li Herêma Kurdistanê 20 baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk hene. Di van baregehan de zêdetirî 5 hezar leşker û tîmên taybet tevî çekên giran hene.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê û Parlamenteran gelek caran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, lê hîna hebûna leşkerên Tirk  didome.

 

DANA OMER / ROJNEWS/SILÊMANÎ

zrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û gefên serokkomarê Tirk Tayîb Erdogan ên li dijî Herêma Kurdistanê careke din hebûna baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê xist rojevê.

Dewleta Tirk beriya ku baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê ava bike, gelek caran bi tevgerên dagirkeriyê yên leşkerî ku jê re digotin operasyonên dervey sinor li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û alîgirên wê li dar xist. Cara yekê êriş di sala 1983’an de li ser herêma Behdînan hat kirin. Piştî wê ji sala 1992’an û şûnde zêdetirî 6 operasyonên leşkerî bi beşdariya sed hezaran leşker li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk anî. Operasyona herî dawî jî sala 2018’an bi navê Pençe destpêkir û heya niha jî didome.

Fermî 18 nuqteyên leşkerî hene

Dewleta Tirk ji sala 1983’yan ve bi rengên cur bi cur êrişî xaka Başûrê Kurdistanê dike, lê ji sala 1994’an ve jî bi erêkirina rêveberiya herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê vekirine.

Li Başûr 18 noqteyên leşkerî, baregehên artêşa Tirk û navendên Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) hene.

Cara yekê li Selhedînê li Pîrmam a nêzî Hewlêrê sala 1994´an dewleta Tirk baregeh vekir. Piştî Selehedîn artêşa Tirk di sala 1997’an de li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasî yekîneyên xwe bicîh kirin.

Her wiha çend baregehên MÎT’a Tirk û çend baregehên din ên leşkerî yên veşartî jî hene. Li van herêman piranî yekîneyên taybet ên artêşa tirk û cebilxane hene. Tê gotin, hejmara leşkerên Tirk ên li Başûr li derdora 5 hezarî ye.

Her hêza xwe zêde dike

Li Başûrê Kurdistanê gelek caran welatiyên Herêma Kurdistanê û parlamenteran daxwaza derketina artêşa Tirk û girtina baregehên wê li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirine. Ji bo mînak, li sala 2003’an Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara jimare 38 derxist ku têde daxwaza derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê kir. Lê heya niha jî artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hebûna xwe dewam dike. Li şûna ku dewleta Tirk baregehên xwe bigre û ji xaka Başûr derkeve rojane dagirkeriya xwe hîn zêdetir dike. Li deverên Soran, Behdînan û Qendîlê bi eşkereyî baregehên xwe yên leşkerî ava dike. Her wiha rojane bi balafirên şer û yên bê mirov êrişê xelkê sivîl dike, di van êrîşan de gelek caran goristanên şehîdan jî dike armanc.

Serhildana xelkê Şêladizê

Gelek caran balafirên şer ên dewleta Tirk êrişê gundan û welatiyên sivîl kirin, li gorî zanyariyan tenê di sala 2018’an de zêdetirî 30 welatiyên sivîl di bombebarana balafirên Tirk de jiyana xwe ji dest dane. Ev êrişên dewleta Tirk li cem xelkê Başûr bi taybetî jî bajaroka Şêladizê hêrsek mezin çêkir. Xelkê Şêladizê 26’ê Mijdara 2018’an serî hildan û baregehên dewleta Tirk li Şêladizê şewitandin.

Dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê welatiyan xistiye nava fikaran, di heman demê de parlamenterên Herêma Kurdistanê jî ji vê dagirkeriyê bifikarin. Roja 15’ê Cotmehê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê civînek taybet lidarxist. Di wê civînê de gelek parlamenteran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî civînê parlamentoyê biryarek ji 11 xalan pêkdihat derxist. Lê ne navê dewleta Tirk têde hebû ne jî behsa derxistina leşkerên Tirk hebûn.

Wê dora tre jî bê

Piştî dewleta Tirk êrişê Rojavayê Kurdistanê kir, Mesûd Barzanî di daxuyaniyek xwe de fikarên xwe yên ji ber vekişîna leşkerên Amerîka ji Rojava anî ziman û daxwaz ji Amerîkayê kir ku Kurdên Rojava were parastin. Piştî van gotinên Barzanî roja din Serokkomarê Tirk Receb Tayîb Erdogan di axaftinek xwe de bersiva Barzanî da û got; “Tu çi dibêjî, behsa çi dikî, wê dora te jî were.”