
Ev îro du hefte ne ku Komunên Jinên Katolîk li Elmanyayê li navçeya Trierê (KFD Trier), di nav çarçoveya festîvala „der heiliger Rock” a oldarên katolîk de bi çalakiyên xwe û ber standa xwe piştgiriya şoreşa jinê ya li Rojava û Bakurê Sûrî dimeşînin. Cejna “der heiliger Rock” ango “kirasê pîroz” ji bo kirasê li gorî îdîayan beşên ji kirasê Îsa di navê de ne, tên li dar xistin û ev kirasê hanê li dêra katolîk a Trierê tên mihafezekirin.
KFD Trier Îlona 2015´an biryar da ku piştgiriya projeya ji bo bipêşxistina karê tendirustiyê yên komuna jinan li Rojava û Bakurê Sûrî ya Weqfa Jina Azad a Rojava dike. KFD-Trier di nav 400 komûnên jinên katolîk de rewşa Sûrî wê bîne ziman û di nav civînên xwe yên ayînî de alîkariyê kom dike.
Edamên rexistina KFD-Trier tevgera jinê li Rojava û Bakurê Sûrî bi rengê Kongreya Star, wek mînaka ji bo hemû jinan dinirxînin. Wan got, ew erîşên Tirkiyeyê li dijî Rojava û Şingalê şermezar dikin, projeya sîstema Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûrî weke projeyêke ji bo aştî li Sûriyê pirr giring dibînin. KFD-Trier di nava nirxandina xwe de anî ziman, di nav rêxistinên katolîk û polîtîka li Elmanya hîna asta rizgarkirina jinê di vê astê de nîne û mêr biryara her tiştî didin.
Ev mihrîcana kirasê pîroz sê hefteyan li Trierê dewam dike. Di nav bernameya mihrîcanê roja jinê û roja xebatkaran hebû. Ji KFD-Trierî Rita Monz jî got, “Giring e ku mirov destekê bide penaberên ji Sûrî yên li Elmanyayê.”
Di çarçoveya mihrîcanê de peşangeheke li ser sîstema xweseriya demokratîk û Kongreya Star jî hat nîşan dan.
TRIER