Di demekê de ku welatiyên Başûrê Kurdistanê malê Tirkiyeyê boykot dikin, waliyê Hewlêrê bi konsolosê Tirkiye yê hewlêrê re civiya û da zanîn ku ew dixwazin asankariyê ji bo kompanyayên Tirkiyeyê çêkin.
Pêr waliyê Hewlêrê Firset Sofî serdana sefaretxaneya Tirkiye ya li Hewlêrê kir. Sofî bi konsolosê Tirk Hakan Qereçaxî re civiya.
Waliyê Hewlêrê di malpera xwe ya taybet a tora civakî de naveroka civîna xwe ya bi Hakan Qereçaxî re aşkere kir. Sofî da zanîn ku wan di civînê de behsa hemahengî, alîkarî û peywendiya navbera parêzgeha Hewlêr û sefaretxaneya giştî ya Tirkiyeyê a Hewlêrê kirine.
Beriya niha jî li Hewlêrê pêşangehek ji bo berhemên Tirkiyeyê hate vekirin. Di pêşangehê de waliyê Hewlêrê Firset Sofî û konsolosê Tirkiye yê Hewlêrê Hakan Qereçaxî jî amade bûn. Tê gotin ku Tirkiye bi van hewldanan dixwaze boykota hemberî malê Tirkî ya ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve hatî destpêkirin, bişkîne.
Hêjayî gotinê ye piştî ku dewleta Tirk a dagirker, di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişê Rojavayê Kurdistanê kir, gelê Başûrê Kurdistanê hemberî êrişan pêngava boykotkirina malê Tirkî da destpêkirin. Pêngav di demek kurt de berfireh bû û heya niha beşekî mezin ê welatiyên Başûrê Kurdistanê malê Tirkî boykot dikin.
HEWLÊR/ROJNEWS