TIRKÎ EL-KALIT
ANHA / GIRÊ SPÎ
Ji bo zarokên li kampa Eyn Îsa, rêveberiya kampê bi hevkariya rêxistinên mirovî ku li kampê kar dikin, dibistanan vedike. Her wiha bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku piştgiriya beşa perwerdeyê bi awayekî zêdetir bikin.
Rêveberiya kampê, dibistanek li kampê vekir. Niha bi hevkariya rêxistinên ku li kampê kar dikin û ji bo pêşwazîkirina zarokan, dibistanên din vedike.
Hejmara xwendekarên dibistanên kampa Eyn Îsa, 2 hezar û 960 e. Temenê wan di navbera 6-12 salî de ye. Bi vî awayî hatine belavkirin: Dibistana kampê ku Meclisa Sivîl a Reqayê dişopîne, 500 xwendekar, dibistana El-Qube hezar û 185 xwendekar û dibistana Wîfaq hezar û 275 xwendekar.
Materyalên ku li dibistanên kampê tên dayîn, materyalên dibistanên Reqayê ne (Erebî, bîrkarî, zanyarî,Ingilîzî) û li dibistanên ku rêxistinan vekirine, materyalên navneteweyî hene.
Beşa perwerdeyê xurttir bikin
Têkildarî mijarê endamê rêveber ê kampa Eyn Îsa, Celal El-Eyaf got: “Wek rêveberiya kampê me hewl da ku zarok ji mafê xwendinê bê par nemînin.”
El-Eyaf bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya beşa perwerdeyê bikin û navendeke tenduristiyê li dibistanên kampê vekin û her wiha pêdiviyên dibistanê peyde bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di serê Mijdara par de dibistanek li kampê vekir ku ji 4 eywanan pêk tê û dikare 500 xwendekaran pêşwazî bike û 12 mamoste xebatên perwerdeyê lê dimeşînin.