ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ/BRAUNSCHWEIG

Dostkî: Lê dîsa jî jin weke mêran bi pisporî bi huner ranabe. Jin neçar e bi hin tiştên din re mijûl bibe. Mîsal jin dayîk e. Hîn jî weke rêûresmê karê malê barê jinê ye. Mêr li malê tiştekî nake.

Rewşa wêjeya Kurdî her dînamîk e. Carinan pêşiya xwe dibîne ji aliyê berhamdayînê ve ber bi başiyê ve biçe. Carinan jî wêjeya Kurdî li Bakur di cihê xwe de bist dibe û diteqine. Çi gava baş çi ya xerab, xuyabûn û hejmara jinên wejekar ên Kurdî her lawaz e. Sedem helbet bi giraniya berxwedana Kurdan li dijî dijmin û zexta dijmin li dijî Kurdan re têkildar e. Lê belê gava behs li ser rabûna jinan di wêjeya Kurdî de be, hin pêkerên din bi awayekî nebaş têsîrê li vê rabûnê dikin. Dibe ku ya herî têsirker serdestiya mêran a di civaka Kurdan de be. Helbet pirsgirêkên darayî û rolên li jinan hatî barkirin, behra xwe li vê têsîra nebaş zêde dikin. Lawaziya rewşa hebûna jinên Kurd di edebiyata Kurdî de, bi taybetî ya Kurmancî û Zazakî, li aliyekî jinên Kurd bi mecal dest bi pênûs in. Ew li ser gelek sedeman rêz dikin, lê hêviya başbûna rewşê jî ji bîr nakin û dibêjin: “Jin wê rola xwe di wêjaya Kurdî de xurttir bikin.”

Em bi minasebeta rojên wêjeyî yên ji aliyê PEN a Kurd ve li Braunschweig a Elmanyayê li hebûna jinan di edebiyata Kurdî de bi wêjevanên jin re axivîn.

Çanda me deyndarê jinê ye

Hevseroka PEN a Kurd Berîvan Dostkî, ji sala 2003´yan ve endama PEN’ê ye. Wê di gelek saziyên civakî, rewşenbîrî de cihê xwe girtiye. Ew dibêje, “Heger em li dîroka çanda devkî ya Kurdî binihêrin, rola jinê gelekî berbiçav e. Çanda me ya devkî deyndarê jina Kurd e. Mixabin di wî çaxî de ku dîroka me hat nivîsîn, serdestiyeke olî hebûye. Û pirraniya wêjevanan mela bûn. Bi taybet yên wêjeya klasîk. Helbet ew jî mêr bûn. Vê yekê kiriye ku wêje ji aliyê mêran ve were nivîsîn.”

Dostkî mixabina xwe bi vê rewşê tîne û berê xwe dide nenivîsandina çanda devkî jî: “Çanda devkî jî mixabin nehate nivîsîn ku rola jinê darîçav bibe. Piştî hatine olan hindek pile, paye û pêgeha jinê kêm bû di civaka Kurdistanê de. Helbet ev yek di nav rewşenbîriya Kurdî de jî kêm bû. Lê em deyndarê dayîkên xwe ne. Ji ber ku jina Kurd gelek ked daye ku zimanê me were parastin. Lewma ev edebiyata niha bi zimanê me tê nivîsandin bi saya serê dayîkan e.”

Mêrsalariya civakê xwe di wêjeyê de dide der

Bêrîvan Dostkî piştî ku dewra dîn di kêmbûna dewra jinê di civak û wêjeyê de rave dike, li ser mêrsalarbûna civakê û tesîra wê li dewra jinê di wêjeyê de dipeyive: “Niha jî mixabin civaka me bi giştî mêrsalar e. Dîsa jî em dibînin ku ji 20 salên dawî ve gelek jinan dest bi nivîsandinê kir. Di meydana rewşenbîriya Kurdî de nav û dengê jinan heye. Lê ji ber mêrsalariya civakê xebata jinê têra xwe diyar nabe. Lewma divê em balê bikişînin ser her tişta bi jinê ve têkildar.”

Siyaseta aliyên siyasî jî tesîrê dike

Hevseroka PEN a Kurd Bêrîvan Dostkî herî dawî îşaret bi tesrîa aliyên siyasî yên Kurd dike: “Her perçeyekî Kurdistanê xwedan taybetmendiyên cihê ye. Mixabin rewşa her parçeyî girêdayî siyaseta li wî perçeyî ye. Li Başûrê Kurdistanê gelek jin di astên rewşenbîriyê de hatine pêş. Çîroknûs, şair, rojnamevan pirr in li Başûr. Lê dîsa jî jin weke mêran bi pisporî bi huner ranabe. Jin neçar e bi hin tiştên din re mijûl bibe. Mîsal jin dayîk e. Hîn jî weke rêûresmê karê malê barê jinê ye. Mêr li malê tiştekî nake. Ev jî nahêle ku jin fokusa xwe bide ser huner û pisporane bixebite. Mêrê Kurd dema diçe mal, pênûsa wî pê re ye û dikare li ser tişta li ber destê xwe hûr bibe. Lê ma jin? Divê pêşî li zaran guhdar bibe. Helbet mijara darayî jî xwedan têsîreke neyînî ye. Çavkaniyên darayî her di destê mêran de ne. Û derfetek ji bo jinan nayê çêkirin.”

Bi jinê xweşikbûn û hebûna xwedayî wesif kirine

Şair û lêkolîner a ji Cizîra Botan, Rûkiye Ozmen jî îşaret bi rola jinê ya di wêjeya klasîk de kir û got:”Dema mirov li wêjeya klasîk a Kurdî dinihêrê heger çendî wêjevanên jin ên klasîk tine bin jî hema bibêje hemû hunerzanên klasîk, ji Ehmedê Xanî heta Şêx Ehmedê Extabî mirov dibîne ku jin bi xweşikbûna xweza û hebûna xwedayî tê wesifkirin. Ji sedsala 20´an û pê ve hêdî hêdî jinên Kurd di edebiyata Kurdî de bi rola afirîneriyê radibin. Lê beriya vî çaxî jî divê em Mestûre Xanima Kurdistanî ji bîr nekin ku ew bi helbest û xebatên xwe yên li ser dîrokê yek ji jinên herî bi nav û deng e. Bi taybetî di van sih çil salên dawîn de em dibînin ku gelek jin êdî ne bi tiştekî re mijûl in lê belê jinên Kurd romannûs, şair, şanonûs û hwd. in. Ez bawer dikim ku êdî jin hinekî din xwe bi pêş ve bibe yan jî hinekî din bi vî alî de dakeve, ew ê bêhtir bi rola xwe ya hem civakî hem neteweyî, hem dayîkî rabe. Ji ber ku jin dayîk e, bi zargotin e. Edebiyateke bê jin weke xaniyê bê derî û pencere ye.”

Gava teşwîq çêbin

Ozmen îşaret bi têsîra dîn a li ser jinê kir û got:”Di wê demê de bandora olî hebû ku çûyîna jinê ya dibistanê guneh e. Lewma edebiyat jî pirranî di medreseyan de dihate xwendin. Kê dixwend li wir? Helbet xort diçûn û dibûne feqe û mela. Bi standina îcazeyên xwe jî êdî dest bi hilberînê dikirin. Gava em berê xwe bidin çaxê hemden jî mirov li rastî sosyolojiya Kurdan û pergala feodalî tê. Ev yek li pêşiya jinan helbet astengên çûyîna dibistanan in. Lewre, jinê nekariye biçe xwendinê. Helbet Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Herçî derfet dîtiye û xwe li xwendinê qelibandiye bi perwerdeyeke asîmîleker re rûbirû maye. Lewma armanca gelekan tenê bûye fêrbûna pîşeyekî. Li dijî van hemû pirsgirêkan jî jinan çi bi têsîra klasîkan bi taybet jî bi têsîra şoreşa li Bakur çirûskeke ji bo jinan vêket. Çima bi taybetî rola şoreşê ji ber ku ew ê ne tenê di meydana siyasî, lê belê di meydana wêjeyî de jî pêşî ji jinan re vekiriye. Helbet têsîra vê çîrûskê niha li Rojavayê Kurdistanê jî li pê ye. Belkî niha hejmara wêjevanên jin ji bo 40 çil milyon Kurdî hindik be. Lê gava teşwîq werin kirin, hejmara wejevanên jin jî wê têra xwe zêde bibe.”